Polîtîk

Jinek kurd çû ser Hemalaya

Yekem jina Kurd a ji bajarê rojhilatê Kurdistanê Mehabadê çû ser bilindahiyên çiyayê Hemalaya (yekem jina Kurde ku di dîrokê de) û piştî vê serkeftina wê ya mezin vegeriya Mehabadê û bi coş û germî hat pêşwazîkirin.
 
Beyane Fazilî (23 salî) daniştvana bajarê Mehabadê ye û ji malbateke werzişvan ji dayîk bûye. Fazilî endama Civata Alîgirên Oraz a Mehabadê ye. Civata Oraz li ser navê çiyavanê navdar ê Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Oraz hatiye avakirin ku navbirî sala 2003 li çiyayê Hemalaya jiyana xwe ji dest da.
 
Rojnama Rûdaw  ragihand, ku ev 8 salin Beyane Fazilî werzişa çiyavaniyê dike û 4 sal dibe bi awayekî pîşeyî vê werzişê dimeşîne. Beyane 18 Tîrmeha 2010 ligel grûpek din a çiyavanan bo Hemalaya hat şandin û karîbû bigihêje bilindahiya “Nan Pick” a ku 7 hezar û 135 metroyan bilin e.

Back to top button