Polîtîk

Ellawî dibe serokkomarê Iraqê

Li gora çend jêderên navxweyî, dema ku Eyad Ellawî û endamên şandeya alîyê Ehrar ê girêdayî alîyê Sedir kombûna vê dawîyê bi hev re kirine, Eyad Ellawî razî bûye ku posta serokatîya Iraqê ji lîsta Hevpeymanîya Niştimanî re be.

Belê mercê Eyad Ellawî ew e, ku divê serokê bihê yê wezîrên Iraqê ji Hevgirtina Niştimanî be û ew jî serokê komara Iraqê be.
Di derbarê helwesta kurda de jî, ev jêderên navxweyî didin xuyakirin, ku alîyê kurdî jî nîv bi nîv razî bûye, ku posta serokatîya parliyamenta Iraqê ji kurd re be û ev jî, da ku arêşeya pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê bihê çareserkirin.

Di kombûnên vê dawîyê de yên navbera Eyad Ellawî û alîyê Sedir jî li hevhatin hatiye kirin, ku gerek lîstên serkevtîyên hilbijartinên vê dawîyê yên Iraqê, hukûmeta nû ya Iraqê pêk bihînin.

Rêkevtinek weha jî heye, ku li şûna ku posta serokê wezîran ji lîsta Hevgirtina Dewleta Qanûnê re be, çend wezaretên serokatîyê jê re bin. Heger Hevgirtina Dewleta Qanûnê vê yekê jî qebûl neke, dê Eliraqiye û alîyê Kurdî hevpeymanîyê bi hev re saz bikin.

Back to top button