Kultur

Malperek nû

Malpera me ya www.avrupahalkinsesi.com ku wê li ser înternetê weşana xwe bike, wê bûyerên li Ewropa, Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn nêz ve bişopîne û bigihîne şopînerên xwe.

Wexta malperek, rojnameyek an jî amûreke ragihindinê nû vedibe, gelek kesên ku nikarin xwe biguherînin, wuha nêzîk dibinê û dibêjin “Ev kîne?” mirovên kîne?” “piştgiriyê didine kî/kîjan partiyê, rêxistinê?”

Di roja weşana me ya yekemîn de, em dixwazin vê bînin ziman: Em mirovên tu kesî, partiyê, rêxistinê, cemaatê nînin. Em ne pênûsa kesî ne û nejî mirovê kesî ne. Me xwest ku em bidine xuyakirin ku, mirov dikare heqî, neheqiyê ji hev cuda bike. Mirov dikare herdem pênûsa xwe ji boy gel û berjewendeyîn gel bikar bîne. Me xwest ku em bînine bîra mirovan ku, mirovên bi wîcdan jî hene. Ji ber vê, me pêwîstî bi vê malperê dît û dest bi vê riyê kir.

Belê, Avrupa Haklin Sesî nû dest bi weşana xwe dike, lê belê rojnamavanên me di gelek televîzyon, kovar, rojname û radyoyan de xebitîne û mohra xwe li binê gelek nûçeyên girîng xistine.

Kadroyên me wê pirsgirêka Kurdî, pisrgirêka Elewiyan, pirsgirêkên karkeran, berxwedanên sîvîl, qezayên li ser kar, bi kurt û Kurmancî wê rejîma Tirkiyê a bi tehdekar bi nêz ve bişopîne û bigihîne xwendavanên xwe.

Kadroyên me wê bûyerên li Sûriyê û li Rojavayê Kurdistanê, şerê li wir ê navxweyî, bûyerên li Başûrê Kurdistanê, taybetî Kerkûk û Mûsilê, encamên bûyeran û hemû pêşveçûnên herêmê, bi kurtî  agahiyên ku bi dest dixin bi avayekî objektîf pêşkeşî xwendavanên xwe bikin.

Avrupa Haklin Sesi wê bi nûçe û analîzên rast û objektîf ve derkeve hemberî raya giştî. Bi vê sozê ve ji xwendevanên re dibêje: Merheba.

Back to top button