Malpera Hawar net hat qedexe kirin
Dewleta Tirk a dagirker ku bi tu avahî pêşketina Kurdan naxwaze û ji bo tune kirina Kurdan hewl dide rûye xwe ya rastî hember zimanê Kurdî nîşan da.
HAWAR NET bi weşaneke xwe bi îstîqrar û dewlemend bala girseyên mezin kişand û tenê weşana xwe ya bi zimanê Kurdî bû yek ji navenda herî girîng ya nûçe û agahiyan ya Kurdistanî.
Dewleta Tirk ku qaşo behsa serbest kirina zimanê Kurdî dike û gavên wekwek TRT 6 dixwaze cîhanê bixapîne careke din rûye xwe ya dijî zimanê Kurdî û dijî Kurdan nîşan da.
HAWRA NET ku ev 5 sale ji Amedê weşanê dike û herî zêde xwendewanên ji bakûrê kurdistanê ve tê şopandin îro bi biryara dadgeriya 12’emîna giran a Enqereyê bi bi hejmara CMK 250 yê a 27/05/2010 û 2010/48 ve gihêştina HAWAR NET’ê di nav sînorên Tirkiyeyê de qedexe kir.
Kesên ku îro xwestin HAWAR NET’ê vekin rastî vê hişyariyê hatin “ANKARA 12. AĞIR CM (CMK 250)’nin, 27/05/2010 tarih ve 2010/48 nolu KORUMA TEDBİRİ kapsamında bu internet sitesi (hawarnet.com) hakkında verdiği karar Telekomünikasyon İletişim Başkanlığı’nca uygulanmaktadır. “
Dewleta tirk bi vê êrîşa xwe careke din dijminatiya xwe nîşan da û hewlên pêşketin û bihêz bûna HAWAR NETê bi vî avahî xwets asteng bike.
Em wek HAWAR NET bang li Kurdistaniyan dikin ku hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemîne.
Ev biyar rastiya dewleta Tirk a hemberî zimanê Kurdî nîşan dide ji ber ku HAWRA NET weşaneke bi Kurdî ye ne girêdayî tu rexistinê ye.
Astenga dewleta Tirk bi proxy’yan pûç bikin
Xwnedevanên hêja ên ji ku ji nav sînorên Tirkiye û bakûrê Kurdistanê me dişopînin dikarin bi riya proxy’yan qedexeya dewleta Tirk pûç bikin.
Divê hûn ji eyarên xwe yên înternetê de di beşa TCP/PIV4 de di cihê DNS de hejmarên wek
Preferred DNS server: 8.8.8.8
Alternate DNS server: 8.8.4.4
an jî ji vê lîsteyê DNS yek baş ji xwe hilbijêrin. Bi riya DNS ‘yan hûn dikarin tevî HAWAR NET’ê li hemû weşanên qedexe kirî vekin.
Dewleta Tirk amadekariya asteng kirina hemû malperên Kurdan û weşanên medyaya Kurdî yên ser înternetê dike
Dewleta tirk yek ji wan welatan ye ku înternet tê asteng kirin.Hedefa pêşîn ya dewleta Tirk malperên Kurdan e.Heta niha ji layê dewleta Tirk gelek weşanên medyaya Kurdî ya ser înternetê hatine qedexe kirin.Her wiha tê zanîn ku hin xwedîyên malperên kurdî ku ser serverên tirkan de weşan kirine û hatine tespît kirin ji layê dewleta Tirk ve hatine girtin.Li tirkîye ji xeynî dewletê grubên faşîst yên Tirkan jî bênavber êrîşî weşanên Kurdan dikin.
Dewleta Tirk di wan rojan de amadekariya asteng kirina hemû malperên Kurdan û weşanên medyaya Kurdî yên ser înternetê dike. Ev biryar dibe ku di demek nêz de were pêkanîn.
Ji ber vê yekê divê hemû xwendevanên ku ji bakurê Kurdistanê medyaya Kurdî ya elektronîk û malperên din ên Kurdan dişobînin. Tedbîra vê yekê bigirin.
Malperên baş ên proxy’yan
http://www.a1p.org
Medyaya Kurdî kula zikê Tirkan in
Dewleta tirk yek ji wan welatan ye ku înternet tê asteng kirin.Hedefa pêşîn ya dewleta Tirk malperên Kurdan e. Heta niha ji layê dewleta Tirk gelek weşanên medyaya Kurdî ya ser înternetê hatine qedexe kirin.Her wiha tê zanîn ku hin xwedîyên malperên kurdî ku ser serverên tirkan de weşan kirine û hatine tespît kirin ji layê dewleta Tirk ve hatine girtin.Li tirkîye ji xeynî dewletê grubên faşîst yên Tirkan jî bênavber êrîşî weşanên Kurdan dikin.
Dewleta Tirk di wan rojan de amadekariya asteng kirina hemû malperên Kurdan û weşanên medyaya Kurdî yên ser înternetê dike.
Çima pêşketina medyaya Kurdî girîng e
Divê kurd jî bîr nekin ku pêşketina weşeneke Kurdî bi giştî medyaya Kurdî ne bihêz bûna xwedîyê wan weşanan e.Di têkoşîna serxwebûna Kurdistan û pêşxistin-parastina şaristanîya Kurdî û pêşketina aborî de bareke mezin bi qasê partî û rexistinan dikeve ser milê medyaya Kurdî.
Bi medyaya xwe Kurd dikarin hîn bibin,bûyeran fêm bikin,kêfxweş bibin,xwe bigêhînin dinyayê,rexistinên xwe beralî bikin,şerê psîkolojîk de bihêztir bin,xwe pêş bixînin û biarimînin û gelek tiştên din…Pêşketina medyaya kurdî di heman demê de bi hêz bûna her Kurdekî ye di sîstema cihanê de û pêşketina çand,huner,wêje,ziman,dîplomasîya Kurdî ye jî.
HawarNet