Polîtîk

Maliki yekitiya Iraqê tehdît dike

Piştî hatina Artêşa Îraqê ji bo devera Zomarê bi mebesta kontrol kirina deriyên Sînur û pira Xabûr, hêzên pêşmerge yên Kurdistanê jî li berdem Artêşa Îraqê bûn asteng û ev yek bû qirîzeke awarte.

Hêzên pêşmerge yên Kurdistanê daxwaz ji Artêşa Îraqê dikin ku, paşve biçe lê Artêşa Îraqê ev yek red dike lewre hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê jî di nav amadebûnê de ne.
Îro hijmareke fermandarên hêzên Pêşmerge serdana deverê kirin û rewşa dawî berçavre derbas kirin. Berpirsên hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ragihandin ku,  me hewlesta xwe ya dawî ji Artêşa Îraqê re ragihandiye û bi ti awayî derfetê nadin ku, bikeve nava devera Zomarê.

Di derbarê rewşa awarte û helwesta Artêşa iraqî de, berpirsek ji fraksiyona Dewlet a yasaSedî Mutelebî daxuyaniyek da ajansa AKnewsê û got:
“Ez ji serekên kurd dixwazim, bi zanebûn nêzî pirsa şandina artêşa Iraqê bo herêmên sînorî bi Sûriyê re bikin û çi helwest û daxuyaniyê nedin ku rewşê zêdetir aloz bikin, artêşa Iraqê parêzvanê hemû Iraqê ye û divê Herêma Kurdistanê jî palpiştiya wê bike. Bikarhênana çekê ji aliyê pêşmergeyan li rûyê artêşa Iraqê de, helwesteke xerab e, hêvîdar im rewş di navbera Bexda û Hewlêrê zêdetir aloz nebe.”

Ji aliyê din ve endamê Hevpeymaniya Kurdistanî Şiwan Teha di derbarê vê pirsê de got: “Di 22-ê vê mehê civîneke fermandeyên serbazî yên Iraqê hate lidarxistin û lihev kirin ku hêzên artêşa Iraqê li ser sînorê Sûriyê ji Rebîa heta Qaîm bişopîne û ji Rebîa heta Xabûr hêzên parastina sînor yên bi ser Hikûmeta Federal de bişopîne. Tevî belavbûna hêzên pêşmerge di herêmên lihevkirî de, piştî rojekê, artêşa Iraqê dest bi livîneke ne asayî kir li hember hêzên pêşmerge.”

Herwiha Teha got ku berdewamiya derxistina kêşeyan ji aliyên Bexdayê bi ser Herêma Kurdistanê de hemû dibin sedemek ku gef li yekîtiya Iraqê bihê kirin.”

Back to top button