Li Şemzîna çidibe?

Eve nêzikî heftiyekiye li devera Şemzînan operasyonên berfireh li dijî çekdarên PKK-ê tê kirin. Ji herêmê nûçeyên cuda têne ragihandin. Ji aliyê dewletê ve tu agahdariyên berfireh fermî tuneye.
Ji aliyek din ve medya PKK-ê radigihîne ku şerên dijwar hene û çelakiyên PKK li vê herêmê berdewamin û herweha PKK radigihînê ku wan di vî şerê dawî de 15 leşkerên hêzên Tirka kuştine.
Ji aliyek din hat îdia kirin ku kontrola bajarokê Şemzîna ketiye di destê çekdarên PKK-ê de. Van herdu rojên dawî li herêma Şemzînan taybetî di tixûbê Kurdistana Başûr de şerek mezin heye. Balefirên cengî yên Tirka deverên Kurdistana Başûr bi giranî bombebaran dikin.
Dewletê gelek leşker rêkirin herêmê û herweha behsa kuştina 17 çekdarên PKK dike. Herêm dişewite, şer heye lê encama şer rastî nayê zanîn. Xeberên ji xelkê deverê birêya telefonan tên standin ewe ku, operasyonek berfireh heye,hinek cihan de di navbera çekdarên PKK-ê û leşkeran de şer derdikeve û beşek ji herêmê çuyin hatinê re qedexeye.
Xelkê deverê di nava tirsekî de ye û kar û barên rojana li dverê nikare bête kirin.