Polîtîk

Malîkî ji Erdogan re got "Na"

Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî, daweta Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan qebûl nekir.  Malîkî, li ser ekranên televizyona El Iraqiyeyê, di hevpeyvîna ku da televizyonê de anî ziman ku, ew ê nikare îcabeta daweta Erdogan bike. Hinceta daweta Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan qebûl nekirina Malîkî jî ev e; di demên nêz de geştên min hene.

Malîkî wiha got: “Min nameya spasiyê birêz Erdogan re nivîsand. Min diyar kir ku, di demên nêz de geştên min heye û ji ber vê jî ez ê nikaribim îcabeta daweta we bikim.”

Pêwendiyên di navbera Tirkiye û Iraqê (Hikumeta Navendî) de di heyama dawiyê de li ser pirsgirêkên wek Cîgirê Serokomarê Iraqê Tarik Haşimî, nefta Kurdistanê a ku ji ser Tirkiyê re derbas dibe û serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmed  Davutoglu a Kerkukê gellekî xirab bûbûn û herî dawiyê Iraqê nota dabû Tirkiyê.    

Back to top button