Burkay û Mîroglu li navenda AKPê bûn

AKP, berî kongreya mezin a 30ê Îlonê ku dike lidarbixîne, gellek navên naskirî dixwaze tevli xwe bike. Herî dawî Numan Kurtulmuş tevlî refên AKPê bûbû. Ji bo du nivîskarên Kurd jî daweta AKPê hebû. Kemal Burkay û Orhan Mîroglu ji aliyê AKPê ve bi awakî fermî hatibûn dawetkirin. Li ser wê dawetê, her du kesayeta îro berê xwe dane navenda AKPê.

Tê îdiakirin ku, Orhan Mîroglu, pêşniyara AKPê qebûl kiriye. Di nivîsa xwe de rojnamevan Mahmud Ovur jî cih dabû mijara beşdarbûna Mîroglu a AKPê û diyar kiribû ku Mîroglu wê piştgiriyê bide AKPê. Lê li pêş Orhan Mîroglu hin astengî hene.

Di fermîyetê de, li ber endametiya Orhan Mîroglu astengî heye. Mîroglu, di doza DTPê a sala 2007 an de cezayê 5 sal siyaset kirinê xwaribû. Dîsa di heman dozê de Mîroglu 4 sala jî cezayê bi Kurdî axaftinê girtibû.

Di derbarê Kemal Burkay de hîn agahiyên zelal nehatine ragihandin.   

Nêrînek

Nerîna min :