Polîtîk

Bila Erdogan Ocalan bike wezîr

 

Piştîdaxuyaniya wezîrê Dad a Tirkiye Sadullah Ergin di derbarê Ocalan de .Di nava CHP-ê de cardin tevlîhevî çêbû. Ergin dabû xuyakirin ku, Ocalan naxwaze parêzerên xwe bibîne lê li gel malbata xwe hevdîtina dike. Herweha Ergin gotibû ku , eger pêwîste Ocalan cardin dikare tevlî pêvajoya dayînstandinan bibe.

Li ser van gotinên wezîrê Dad a Tirkiye, parlementerê Dersimêyê CHP-ê Kamer Genc li parlementoyê civînek çapemeniyê li darxist û behsa helwesta hukumetê ya ku dikare li gel PKK cardin dest hevdîtinan bike kir.

Di vê derbarê de Kamer Genc got: “ Demekî de evkas şehîd çêdibin Ak Partî ji bo çi dibêje em li gel Ocalan li hevwerin.Bila herin destê wî ramîsin.Bila Tayib Erdogan Ocalan bine bike wezîrê xwe yê dijê terorê.“

Genc di berdewambûna axavtina xwe de behsa Kurdistana Başûr  jî kir û got: “ Ji berî hilbijartinên 12 Hezîranê Erdogan serdana Erbilê kir û li gel Barzanî bazarî kir. Piştre hevdîtinên Oslo destpê kir. Ka bila Erdogan bije bazara çi li gel Barzanî kiriye kiriye.

 

Back to top button