Polîtîk

Divê PDK û YNK pişgiriya hukumetê bikin

 

 

Di berdewamiya serdana xwe de bo wîlayeta Duhokê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Duhokê duhî roja çarşemiyê 26.09.2012ê serdana melbendê 4 yê Badînan yê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê kir û ji aliyê berpris û endamên Melbendê 4 yê YNKê ve hat pêşwazî kirin.

Di civînekê de digel berpris û endamên melbendê Badînan, serokwezîrê Kurdistanê behsa kar û pirojeyên hikûmeta herêma Kurdistanê li Badînan kir û got ku, di pilana hikûmeta herêma kurdistanê heye ku, di sewyeyeke bilindtir de pirojeyên xizmetgozarî di hemû waran de pêşkeşî xelkê deverê bike.

 

Serokwezîrê Kurdistanê daxwaz ji saziyên hizbî kir ku, piştgiriyê li kar û xebat û pirojeyên hikşmetê bikin û got:

– Min li devera Zaxo û Şêxanê jî daxwaz ji saziyên hizbî kir, û ez li vir jî dubare dikim, ez daxwazê ji saziyên hizbî dikim, bi taybetî saziyên PDK û YNK weke du hizên sereke di hikûmetê de, piştgirî û hevariya hikûmeta Kuridstnê bikin. Dawazên xelkî bigehînin saziyên hikûmetê daku, bi alîkariya tev aliyan xizmetên baştir bo hevwelatiyan bên çareser kirin.

 

Ji aliyê xwe ve berprisê melbendê 4 yê YNK di axavtinekê de ew pirojeyên serokwezîrê Kurdistanê, di çarçoveya serdana xwe a bo wîlayeta Duhokê kevirê bingehîn bo danaye, bilind nirxandin û got ku, ew amade ne ji bona serxistina wan pirojeyan bi her awayê hevkarî û piştgiriya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.

Her li bajarê Duhokê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê serdana liqa yek a Partiya Demokrata Kurdistanê kir û ji aliyê berpirs û kargerên Liqa yek ve hat pêşwazî kirin.

Barzanî di axavtinekê de tekîd li ser hevkarî û hevahengiya saziyên hizbî bo hevkarî û piştgiriya kar û pirojeyên hikûmetê ji bona xizmetkirina hevwelatiyan kir. Serokê hikûmetê daxwaz ji saziyên hizbî kir ku, bi ti awayî destê xwe nexin nav karûbarên hikûmetê: “Lê dive saziyên hizbî di navbera hikûmet û xelkî bibne pirek bo gihanidna daxwaz û pêdawîstiyên xelkî.”

 

Her di berdewamiya serdana xwe bo Badînan de, serokwezîrê Kurdistanê li Zaxoyê piştî encamda hijmareke pirojeyên xizmetgozarî, serdana Liqa 8 a Partiya Demokrata Kurdistanê kir û di civînekê de digel berpris û endamên Liqê, tekîd li ser baştir kirina hevkarî û hevahengiya navbera saziyên hizbî û saziyên hikûmetê de hat kirin.

Li Şêxanê jî, serokwezîrê Kurdistanê serdana mezarê Laleşê kir û digel mir Tehsîn mire êzidiyan û civata ruhaniya êzidiyan civiya.

Her li Şêxanê, Nêçîrvan Barzanî digel Liqa 20 a PDK civiya û di civînê de himareke pirsên aktuel di rojeva hermê de hatin behis kirin. 

 

Back to top button