Malikî dixwaze dewletek faşîst ava bike
Li Rojhilata Navîn û li Bakûrê Efrîqayê qewimandinên girîng û gûhertinên dîrokî pêk tên.
Li Misirê, li Tûnûsê, li Lîbyayê rejîmên otorîter hatin rûxandin. Nûha li wan welatan ji bona ku rejimên demokratîk bên ava kirin, hewildayinek heye. Lê ceribandina Misirê û bûyerên van rojên dawî li Misirê diqewiminin nîşan didin, ku li van welatan avakirina drejîmên demokratîk gelek hêsan nîn in.
Li Sûriyeyê 20 meh in, ku gelên Sûriyeyê li hemberî rejîma faşîst, kolonyalîst, otorîter bi awayê sivîl û bi çek şerekî dijwar dimeşînin. Her roj bi sedan kes tên qetil kirin. Bajer tên bombabaran kirin.
Wûsa xûya dike ku rejîma Beşar Esedî û Baasî ya faşîst ber bi rûxandinê diçe. Loma jî hêzên mûxalîf yên Sûriyeyê û hêzên navneteweyî jî li ser pêşeroja Sûriyeyê radiwestin û danûstandin dikin.
Lewra gelek aşkere ye ku li ser pêşeroja Sûriyeyê hêzên navneteweyî û bi taybetî jî Tirkiyeyê dê bibe aktorek girîng.
Li Iraqê jî rewşek taybet û xeter heye.
Malîkî di nav hewildanên gelek xeter û qirêj da ye. Di van du salên dawî de di navbeyna Hukumeta Iraqê ya navendî û desthilatdariya Kurdistanê de şerên biçûk bin jî, qewimîn. Di vê qonaxê de jî, hêzên leşkerî yên Hukumeta Navendî û yên Kurdistanê hatine hemberî hev.
Li hemberî hev, wek listîka santrancê hemla çê dikin. Rewşek gelek xeter qewimiye. Ez dixwazim li ser ev rewşa taybet rawestim û şirove bikim.
*****
Dewleta Iraqê piştî Şerê Cîhanî yê 1-emîn û bi taybetî jî piştî ku Erebîstan ji Osmaniyan veqetiya û Împaratoriya Osmanî hat hilweşandin ava bû.
Dewleta Iraqê bi destê Îngilîzan ava bû. Dema ku Peymana Lozanê jî hat îmza kirin, Kurdistan du parçe bû û bû çar parçe. Parçeyek Kurdistanê ket bin desthilatdariya Iraqê.
Dema ku Başûrê Kurdistanê ket bin desthilatdariya Dewleta Iraqê, di navbeyna Kurdan û Hukumetên Navendî ya Iraqê û Îngilîzan de de şerekî dijwar dest pê kir. Di van şeran de di sala 1932-an de Şêx Mehmud Berzencî li Kurdistan azad kir. Lê hezar mixabin ev azadiya Kurdistanê temendirêj nebû. Ji aliyê Dewleta Iraqê û Îngilîzan de hat rûxandin. Şêx Mehmûd Berzencî sirgûnî Hîndîstanê hat kirin.
Piştî Mehmûd Berzencî jî şerê azadî û serxwebûna Kurdistanê ranewestiya. Ev car jî şerê azadî û serxwebûna Kurdistanê di bin pêşengiya Berzaniyan de domand. Di sala 1943-an de li hemberî desthilatdariya ereban û dewleta wan Berzaniyan serîhildan kirin. Hezar mixabin ev serîhildana jî hat şikandin; Berzaniyan û Mele Mistefa Berzanî piştî wê serîhildanê derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûn.
Mele Mistefa Berzanî, heval û şervanên Kurdistanê di sala 1946-an de beşdarî damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehebadê bûn. Hezar mixabin jiyana Komara Kurdistanê ya Mehebadê jî dirêj nebû. Dema ku Dewleta Îranê li hemberî Komara Kurdistanê ya Mehabadê dest bi êrîşa leşkerî kir, Mele Mistefa Berzanî û hevalên xwe, bi daxwaza Serokkomar Qazî Mihemed, di şertên gelek dijwar de derbasî Yekîtiya Sovyetan bûn.
Mele Mistefa Berzanî û hevalên xwe heta sala 1958-an li Yekîtiya Sovyetan jiyana xwe di şertên gelek zehmet û dijwar de meşandin.
Di wê merheleyê de her çiqas li Başûrê Kurdistanê serîhildan neqewimin bin jî, Partiya Demokrat ya Kurdistanê Iraqê (PDK a Iraqê) xebata xwe ya veşartî û sirî gelek bi xurtî domand. Di nav gel de xwe bi xurtî rêxistin kir.
Partiyê, pêwendiyên xwe Mele Mistefa Berzanî jî her dem domand û ew ji qewimandinan agahdar kir.
Di sala 1958-an de Evdilkerîm Qasim darbeya leşkerî çêkir. Wê demê Evdilkerîm Qasim biryar da ku bi kurdan re li hevûdu bike û kurdan jî bike şerîkê desthilatdariyê. Loma jî Evdilkerîm ji Mele Mistefa Berzanî daxwaz kir ku vegerin Iraqê û Başûrê Kurdistanê.
Mele Mistefa Berzanî û hevalên wan jî ew daxwaza bersîv kirin. Ew di ser rêya Misirê re derbasî Iraqê bûn. Dema ku Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî hatin Iraqê, ji aliyê gel de gelek baş û bi kêfxweşî û kîtlewî hatin pêşwazî kirin.
PDK a Iraqê kongreya xwe li Baxdatê li dar xistin. Piştî kongreya giştî ya partiyê, xebata aşkere li Iraqê û bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê dest pê kir.
Li Iraqê jî di sîstema siyasî û îdarî de guhertinên bingehî pêk hatin. Li Iraqê makezagonek nû ya hevbeş hat pejirandin.
Di makezagonê de gelek vekirî hat diyar kirin ku Iraq: Ji du miletan, miletê kurd û ereb avabûye. Li Iraqê du zimanê fermî dê bibin. Ev zimanan jî, zimanê erebî û kurdî ne. Li Iraqê desthilatdarî dê hevbeş be û di navbeyna ereb û kurdan de parve bibe. Li Başûrê Kurdistanê kurd û PDK a Iraqê, li Erebîstanê jî erebê dê desthilatdar bibin.
Ev yeka li Iraqê wek şoreşek hat diyar kirin û pejirandin.
Hezar mixabin ew şoreşa, bi tevgerek li dij şoreşê hat hilweşandin. Piştî demekê Hukumeta Navendî û Desthilatdariya Ereban makezagona hatibû pejirandin, ji holê rakirin. Li dijî kurdan dest bi şerekî dijwar kirin. Kurd jî mecbûr bûn ku di bin pêşengiya Mele Mistefa Berzanî û PDKê de di îlona 1961-an de dest bi şerê çekdarî bikin.
Ev tevgera ji aliyê kurdan de wek Şoreşa Îlonê hat binav kirin.
Vî şerî heta Adara 1970-yî domand. Di wê navberê de Baasiyan Darbeya Leşkerî pêk anîn, bûn desthilatdar. Wê demê dîktatorê Iraqê Hesen El-Bekir bû.
Hesen El-Bekir li hemberî kurdan bi serneket. Mecbnûr bû ku bi kurdan re peyman û aşitî çê bike. Di 11-ê Adara 1970-yî de di navbeyna Partiya Baasê û PDKê lihevhatinek pêk hat.
Deglerasyona Adara 1970-yî hat pejirandin. Gor ev peymana Adarê li Kurdistanê hukmê zatî/otonomî hat pesinandin. Desthilatdariya nevendî jî di navbeyna kurd û ereban de parve bû û bû hevbeş.
Ji bona Kerkukê jî biryar hat girtin ku di sala 1974-an de yanî piştî çar salan li Kerkukê Plebîsît pêk bê û qedera Kerkukê diyar bibe.
Peymana Adarê heta sala 1974-an domand. Lê di vê navberê de Baasê ji bona ku peymanê ji holê rake gelek provakasyonên xerab kirin û li hemberî Serok Mele Mistefa Berzanî du-sê sûıkast pêk anîn, bi serneketin.
Hezar mixabin di sala 1974-an de li ser pirsa Kerkukê şer dest pê kir. Kurdan, encama tîfaqek herêmî û navneteweyî şer wenda kir. Otonomiya Kurdistanê hat hilweşandin, kurd koçber bûn. Serok Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî li Îranê cîhûwar bûn.
*****
Lê kurdan ew rewşa nepejirandin û ji bona ku mafên xwe qezenç bikin û Kurdistanê azad bikin: Dest bi tevegerek nû kirin.
Di sala 1976-an de dîsa li hemberî Rejîma Baasê û Dewleta Iraqê dest bi şer kirin.
Ev şera heta Şerê Kendavê (Korfezê) ya 2-emîn bi gelek dijwarî domand. Wek tê zanîn piştî Şerê Kendavê yê 1-emîn rewşek nû derket holê û li beşekî Başûrê Kurdistanê statuyek nîv-azad bi piştgiriya Emerîkayê û hevalbendên wê ava bû.
Di sala 1992-an de biryara federalîzmê ji aliyê PDKê û YNKê de hat girtin. Meclîsa Kurdistanê encama hilbijartina giştî ava bû. Li Kurdistanê Hukumeta Hevbeşi ya Milî ava bû.
Hezar mixabin piştî demekê Hukumeta hevbeş hilweşiya, li Hewlêr û li Sileymaniyê du hukumetên kurd ava bûn.
*****
Piştî Şerê Kendavê yê 2-emîn jî (2003), her çiqas ereban nexwestibe jî, biryar hat girtin ku Dewleta Iraqê bibe dewletek federal. Di sala 2005-an de jî makezagonek bi referandûmê hat pejirandin. Makezagonê dewleta fedreral erê kir. Di sala 2005-an de di heman dem de li Iraqê bi giştî û li Kurdistanê jî bi taybetî hilbijartinên giştî hatin bi darxistin. Meclîsa Federal ava bû. Berpirsaiyarên Ereban, kurdan, tirkmenan, aşûrî û keldaniyan di meclîsê cîh girtin. Gruba kurdan ya meclîsê jî ava bû.
Gorî makezagonê Başûrê Kurdistanê dê bibûya herêmek federe.
Lê demek li şertên Iraqê û Kurdistanê dihat mêze kirin, Dewleta Federal ya Iraqê ji dewletên din yên federal cuda bû. Loma jî ez dibêjim ku Iraq bû Dewleta Konfederalî. Li aliyekî Dewleta Federe ya Kurdistanê û li aliyê din jî Dewleta Federe ya Ereban.
Piştî hilbijartian giştî hukumeta nevandî ya Iraqê hat ava kirin. Serokkomar û serokwezîr û serokmeclîs hat hilbijartin. Kurdek bû Serokkomar, erebekî şîî bû serokwezîr, erebekî sûnî jî bû serokmeclîs.
Di heman dem de li Kurdistanê referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk hat. Ji sedî 98 kurdan ji dewleta serbixwe ya kurdan re got erê.
Li Iraqê di qonaxa federalî de hilbijartina duyemîn pêk hat. Piştî hilbijartina giştî, Li Iraqê tê zanîn, ku avakirina hukumetê gelek zehmet bû. Malîkî encama tîfaqek gelek zehmet û fireh bû serokwezîr.
Her kes û bi taybetî jî kurd li bendê bûn, ku Hukumeta Malîkî pirsên li Iraqê hene û çaresernebûne, çareser bike. Bi taybetî jî pirsa Kerkukê çareser bike. Hezar mixabin Hukumeta Malîkî pirsên esasî yên li Iraqê û pirsa Kerkûkê û ew herêmên ji derveyî desthilatdariya Kurdistanê çareser nekir.
Hîç şik tune ye, ku di van pirsan de desthilatdariya Kurdistanê jî wezîfeya xwe pêk neanî. Bi taybetî jî di pirsa Kerkukê de sistî nîşan dan.
Malîkî, li aliyekî pirsên Iraqê çareserkirin, ev car dest bi xerabî kir. Ji bona ku sIstema federal xerab bike û dewletek unîter ya ereban û dîktatoriya faşîst ava bike hewil da.
Pêşî ji bona kû herêmên Kurdistanê dagir bike, hêzên leşkerî şand herêmên kurdan. Pişt re jî hêza taybet ya Dîcleyê ava kir ku Kerkukê û herêmên din yên ji aliyê pêşmergeyên Kurdistanê de tên parastin, îşgal bike.
Ev hewildana Malîkî di şerê li Suriyeyê de hîn zêdetir bû. Lewra Desthilatdariya Kurdisatanê ji bona ku rejîma baasî û esedî bê rûxandin, li Sûriyeyê jî dewletek federal ava bibe, xwediyê helwestekê ye.
Ev helwesta desthilatdariya Kurdistanê li dijî berjewendiya Malîkî ye. Lewra Malîkî piştgiriya dîktatoriya Sûriyeyê dike. Piştgirê Îranê ye. Dema ku rejîma baasê1 li Sûriyeyê bê rûxandin Îran dikeve xeteriye, Malîkî tu wext nikare dewletek unîter ava bike û dîktatortiya xwe saz bike.
Ev helwesta Malîkî di heman dem de li dijî erebên sunî ye. Lewra loma Haşîmî tewanbar kir û ceza kir.
Gelek beşên erebên şîî jî li dijî Malîkî ne. Dibêjin ku Malîkî û zihnîyeta wî ya dîktatorî dê Iraqê parçe bike. Dê sîstema demokratîk ya federal hilweşîne.
Şerê li Iraqê, bes şerê Kurd û ereban nîn e. Malîkî dixwaze ku vî şerî bike şerê kurd û ereban. Şer, Şerê kurdan û demokratên ereb û sunî û şîîyên li dijî Malîkî; desthilatdariya Malîkî ya dîktatorî ne.
Ev şera dê di bin serokatiya kurdan de bê meşandin.
*****
Malîkî dixwaze ku dewletek unîter ya grubek biçûk ya şîîyên ereb û dîktatoriya faşîst ava bike.
Li hemberî ev projeya Malîkî, altrernatîf, demokrasî û dewleta serbixwe ya Kurdistanê ye.
Lewra dema ku dewletek unîter ava bibe, ew dewleta nabe dewleta kurdan, dibe dewleta ereban.
Dema ku dewleta federal bê rûxandin, wê demê kurd û ereb nikarin bi hev re bijîn; dewleta mişterek ya ereb û kurdan ya federal tê rûxandin.
Dema ku dîktatoriyek ava bibe, demokrasî ji holê radibe. Dıktatoriya ava bibe,mafên kurdan ya desthilatdarî û serwerî napejirînin.
Dive Başûrê Kurdistanê û hemû kurdên li beşên din û li dinyayê vê rastiyê bibînin. Gorî vê rastiyê, helwestek stratejîk diyar bikin û bi mesuliyet tevbigerin.
Di vê qonaxê de PKKê diyar kir, ku bi Malîkîı re di nav hevûdîtinên de ne. Ev rewşek gelek xeter e. Divê PKkê dev ji helwesta xwe berde.
Amed, 08. 12. 2012
Îbrahîm GUÇLU
([email protected])