Malikî di şerê dijê DAIŞî de asteng e

Şewirmendê Civata Ewlekariya Nîştimanî ya  Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê berê yê Franseyê Francisco Filon û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî bi awayekî berfireh behsa rewşa Kurdistanê û êrîşên terorîstên DAIŞê li ser Kurdistan û komkujiya Şengalê kir.

Di axavtina xwe de Mesrûr Barzanî got: DAIŞê metirsiyeke gelek mezine li ser tevahiya cîhanê. Ji ber ku ti sînor û nirxek nas nake û niha hêzên pêşmerge di şûna cîhanê de şerê terorîstên DAIŞê dike lewre lazime bo serkeftina hêzên pêşmerge, çek ji wan re were şandin û çekên pêşkeftî ji pêşmerge re werin şandin.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa ew astengiyan kir ku hikûmeta Malikî li berdem hevkariyên leşkerî çê dike û got: “Bexda rê nade ew hevkariyên leşkerî ku ji aliyê welatên din ve ji Kurdistanê re tên şandin ji bo Kurdistanê werin weguhastin.”

Pirsa pêk anîna hikûmeta nû ya Îraqê mijareke din ya vê hevdîtina han bû û Mesrûr Barzanî diyar kir ku niha di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de bawerî nemaye û lazime kêşeyên heyî di çarçoveya konfedralî de werin çareserkirin û lazime civaka navnetewî tekez li ser dubarekirina şaştiyên berê neke.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: