Malikî bi rêya PKKê rovakasyona dike

Di derbarê kolandina xendeka di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de, fermandarê giştî yê pêşmergeyên Zêrevanî, Lîwa Ezîz Weysî jî, di hevpeyvîneke xwe de ligel malpera Nêrîna Azad got, bi armanca perçekirina başûrê Kurdistanê ji rojavayê Kurdistanê, sala derbas bûyê, dest bi pperasyonên hêzên Dicle kir. Lê hêza Pêşmerge ew neçar kir ku gava xwe paşve bavêje û paşve vegere. Diyare, tiştê ku Malikî bi hêza eskerî nikaribû, bi riya PKK provokasyonên pêk tîne. Piştî hevdîtina Malikî û PKK, mesela xendekê kete rojevê.

General Azîz Weysî got, Cihê ku xendek lê tê kolandin, ew cihe ku qaçaxcî lê tevdigerin, li wê derê hêzên ne di bin kontrolê, sînor ji xwe re bi kar tînin û ne tenê qaçaxcî, her wiha çekdarên El Qaîde jî, sala derbas bûyî ew sînor bi kar anîn, têde derbasî Hewlêrê bûn û li Hewlêrê bi êrîşê rabûn.

Weysî, diyar kir ku deriyên sînor yên fermî ji aliyê başûrê Kurdistanê ve vekiriye, û xwedîderketina li Kurdên rojava û pêşwazîkirina wan, deynek e.

Fermandarê giştî yê Pêşmergeyan got, tiştek tune ye bi navê Pirsa Xendekan, pirsa parastina ewlekariya Kurdistanê heye. Li derdora Hewlêrê bi xwe jî xendek hatine kolandin û kolandina wan xendekan li ser sînor ne li dijî PYD ye, û ne jî li dijî hêz yan jî aliyekî din e.

Di dawiya hevpeyvîna xwe de General Weysî her wiha diyar kir ku, hinek alî dixwazin bi destê PKK istîqrara li herêma Kurdistanê xerab bikin û di nava Kurdan bi xwe de şer derxînin û ji PKK xwest ku neyê wê lîstokê.

Dirêjiya hevpeyvînê

Merheba, em dixwazin li ser pirsa xendekan biaxivin ku ev demeke di rojevê de ye. Çi taybetmendiya wê devera xeta sînorê rojava heye?

Ezîz Weysî: Ew bixwe ne herêmek e. Dirêjiya sînorê di navbera başûr û rojava de 25 km e, xendek bi tenê li seranserê 17 km an têne kolan. Ango, ne raste dema dibêjin li seranserê sînor xendek tê kolan. Jixwe hinek kes dirêjiya sînor digihînin 600 km an ku ew jî dûrî aqilan e.

Ew devera behsa wê tê kirin, yek ji deverên herî bi pirsgirêk yê sînorê me ye. Sala derbasbûyî hindik mabû ku em li wir şer bikin. Birêvebiriya Malikî, ji bo girêdana di navbera başûr û rojava de bibire, hêzên Dicleyê yên operasyonan li wir kom kiribûn. Pêşmergeyên me xweragiriyek baş nîşandan û artêşa Iraqê neçarî paşvekişanê kirin. Wisa diyare, tiştê ku Malikî nikaribû bi destê artêşê bike, dixwaze bi derxistina provokasyonekê bi destê PKK bike.

Ev meseleya xendekan jî hema yekser piştî hevdîtina PKK û Malikî kete rojevê, ji ber vê yekê gelek gumanan li cem me peyda dike.

Ew devera ku xendek lê têne kolan bûye riya çûnûhatina qaçaxçiyan, hemû hêzên ku nayêne kontrolkirin û ne yasayî ne wê xeta sînor bikartînin. Ne bi tenê qaçaxçî, em dizanin ku endamên el qaîdê yên ku par li Hewlêrê teqîn kirin jî ew rê bikar anîne û kurdên rojavayî yên ku tevlî çeteyên îslamî dibin jî di wê riyê re diçin û tên.
Di aliyê stratejîk de jî ew sêgoşe ji bo kurdan gelekî girîng e. Em dizanin rejîma Baas ya Sûriyê di bin navê kembera erebî de gelek eşîrên ereb li wir bi cîh kirine. Li aliyê başûr jî gelek bîrên petrolê hene. Li ser wê devera ku par hindik mabû em lê tûşî şer bibin, hesab û lîskên gelek hêz û dewletan hene û ew dixwazin niha bi çêkirina provokasyoneke bi destê PKK aramiya başûrê kurdistanê têk bidin. Vê yekê jî di dema hilbijartinan de dikin û dixwazin tovên dijminatiyê di nava kurdan de biçînin. 
Bi kurtayî, ji bo pêkanîna ewlekariya herdû aliyên sînor û têkbirina pîlanên wan hêzên ku li pey provokasyonan digerin, divê kontrola wê deverê were kirin.

Qesta we ji kontrolkirinê çi ye? Ji ber ku em dizanin li ser bikaranîna deriyê sînor yê Simêlka jî gelek spekulasyon hatin kirin.

Ezîz Weysî: Binerin, em bixwe jî li vir gelek caran bûne qurbaniyên enfalan, Helepçe çêbû, me jî di wan demên tengav de xwe li perçeyên din yên Kurdistanê girt.

Em dizanin şer çi aniye serê xelkê rojava. Kurdistan ya me teva ye û bêguman emê hembêza xwe ji hev re vekin.

Lê belê weke ku cenabê Serok Barzanî jî dibêje, divê tu perçeyê kurdistanê neyê valakirin. Li wir şerek heye û bi rastî jî hinek ji xelkê rasterast dikeve ber bandora şer û jiyana wan dikeve metirsiyê.

Xwedîderketina li wan erk û barê ser milê me ye. Lê belê, xalîkirina deverên aram ne tiştekî rast e. Divê em zanibin kî ji wir tê. Tu pêwendiya kolana xendekan ya li seranserê 17 kîlometroyên sînor bi vê yekê re tune ye. Jixwe deriyên sînor yên fermî li aliyê me vekirî ne. Li ser vê deverê hesap têne kirin, hinek hêz û dewletên ku dixwazin deverê têk bidin hene. Ewlekariya xelkê me yê ku li vir dijîn jî erka me ye. Dema ku hikûmeta me gavekê davêje, van xalan tevan dibîne û davêje.
 
Pirsa xendekan, li bakurê Kurdistanê ji aliyê PKK û PYD ve weke pirsgirêkeke mezin tê nîşandan. Weke nimûne, li gelek zîndanan girtî ketine grêva birçîbûnê. Hûn li ser kampanyayeke bi vî awahî çi dibêjin? Armanca wan çi ye?

Ezîz Weysî: Berî her tiştî divê em meselê baş binav bikin; pirsgirêkeke bi navê pirsgirêka xendekan tune ye. Ev yek pirsa ewlekariya kurdistanê ye.

Hinek hêz dixwazin vê pirsê li gora nerîna xwe ya li berjewendiyên Kurdistanê berovajî bikin û wisa bidin xuyakirin. Cihê mixabiniyê ye ku dixwazin vê yekê jixwe re bikin fersendek.

PKK bixwe dikare tevlî lîskên dewletan bibe, lê ne raste ku hewl bide me jî bikşîne nava van lîskan. Ew dibêjin ‘Tirk li ser sînorê Nisêbînê û rojava dîwaran lê dikin, PDK jî xendekan dikole û dixwazin me di rojava de bifetisînin’, em vê yekê dizanin. Ev iddîayeke bê bingeh e.

Armanca me ji kolana xendekan bi tenê ewe ku em ewlekariya her dû aliyên sînor biparêzin. Em li derdora Hewlerê jî xendekan dikolin. Li temamê hawîrdora bajêr.. Parastina cografyayên bi vî rengî tenê bi vê rêkê dibe, yan na mirov nikare rê li ber çûnûhatina neyasayî bigre. Ez vê jî bibêjim, yekî ku hinekî ji taktîk û stratejiya eskerî fêm bike wê bizanibe ku xendek ne bi armanca êrîşkirinê têne kolan.

Xendek bi armanca parastinê têne kolan.

Em sala borî li wê sêgoşeyê ketin beramberî artêşa Iraqê. Tiştekî din jî balkêş û cihê gumanê ye ji bo me, ew jî ewe ku piştî hevdîtina PKK û Malikî ev pirs kete rojevê û hate mezinkirin, lê di rastiyê de ji zû ve dest bi kolana xendekan bûye.Ev yek dihêle em li ser meseleyê kûrtir bifikirin.

Em rast nabînin ku  PKK bi têvedana birêvebiriya Malikî û rejîma BAAS ya Sûriyê provokasyonan bike û xendekan jî bike hacet. Divê PKK nekeve nava van lîskan.

Di dema hilbijartinan de hewldanên bitenêkirin û lawazkirina PDK ne di berjewendiya kurdan de ye. Her wiha ne raste ku PKK pirsgirêkên xwe yên navxweyî, bi rêka çêkirina rojevên bê bingeh weke pirsa xendekan, veşêre û hewl bide kurdan berde hev. PDK partiyeke xwedan ezmûne û nabe beşek ji van lîskan û divê bê zanîn ku ew nahêle hewldanên wiha bider jî bikevin.
 
Girêdayî vê mijarê tu peyameke we ji bo gelê me heye?

Ezîz Weysî: Berî her tiştî ez dixwazim dûbare bikim ku xendekên me bi tu awayî ne li dijî rojavayê kurdistan yan jî PYD ne. Armanca wan bi tenê pêkanîna ewlekariya xelkê me yê li herdû aliyên sînor e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dema ku gavekê diavêje, çi di aliyê siyasî de be çi jî di aliyê eskerî de, her demê berjewendiya temamê Kurdistanê dide ber çavê xwe.

Em hez dikin ku dilê xelkê me di vê barê de rehet be û ew nebin destikên lîskên van hêzan. Hebûna me, ewlekariya hemû Kurdistanê ye. Divê em îdeolojiyan bidin aliyekî û biratiya gelê kurd biparêzin. Derveyî vê riyê tu rêkên din me nagihînin rizgariyê. Divê xelkê me ji van pencereyan ve li bûyeran binere.
Nerîna Azad: Spas ji bo ku we dema xwe da me.

Ezîz Weysî: Ez jî spasiya we dikim.

 

Hevpeyvîn/Nêrîna Azad

Nerîna min :