Tevî astengî û binpêkirinan, hinek malbatên kurd vedigerin herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê.
Li gora nûçeya ARK NEWSê li tevî hemû asteng û binpêkirina cardin hinek malbatên Kurd li Efrinî vedigerin gundên xwe. Li gora heman nûçeyê, jêderê wan tekez kiriye ku, roja 12ê Îlona 2022ê 5 malbat vegeriyane ser mal û milkên xwe, 3 malbat ji gundê Gemrûkê yê navçeya Mabeta ne, yek ji gundê Erendê yê Şiyê ye, û malbatek ji gundê Xelîl e.