PolîtîkRojev

“Kurdistan”li Tirkiyê bûye mijara gotubêjê

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê careke din peyva “Kurdistan”ê bûye mijareke germ a siyasetê. Vê carê jî şerê siyasiyan li Amedê germ bû.

Endamê Encumena CHPê Nevaf Bilek roja 10ê Îlonê di kongreya partiya xwe ya Amedê de ev gotin ji Rûdawê re kirin. Li ser van gotinan roja Duşemê 12ê Îlonê Serdozgeriya Amedê bi tohmeta ku bi navê Kurdistanê “Propagandaya rêxistina terorê” hatiye kirin lêpirsîn da destpêkirin.

Endamê Encumena CHPê Nevaf Bilek “Amed di mintiqeya me ya Kurdistana Tirkiyê de bajarekî mezin e û dîrokî ye. Ez bi xwe jî Sêrtî me, Amedê û mintiqeyê baş nas dikim.”

Parlamentera AK Partiyê ya Amedê Oya Eronat, rexne li Nevaf Bilek girt û li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye: “Şermezar be! CHP ji bo li ber çavê PKKê şêrîn be, rola HDPê didize!”

Parlamentera AK Partiyê ya Amedê Oya Eronat got “Şermezar be! CHP ji bo li ber çavê PKKê şîrîn be, rola HDPê didize!”

Serokê Şaxa Amedê ya Partiya Pêşketin û Demokrasiyê (DEVA), gotina Serokkomar û Serokê AK Partiyê Erdogan a “Kurdistan” bibîr xist û bersiva parlamentera AK Partiyê da.

Serokomarê Tirkiye û Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan  gotibû “Peyva Kurdistanê, dê di tomarên Parlamentoyê de bibînin. Eger hinekî li dîroka xwe bo serdema Osmaniyan vegerin, dê bibînin ku rojhilat û başûrê rojhilatê Anadoluyê eyaleta Kurdistanê ye.”

Serokê Şaxa Amedê ya Partiya Pêşketin û Demokrasiyê Cihan Ulsen, li ser hesabê xwe yê Twitterê dibêje, “Oya xanima, ku dema Erdogan got “Kurdistan” ji çepik lêdanê destê wê êşiya, xemgîn bûye. Rastiyên dîrokî li gor berjewendiyên we naguherin. Xatirê heqiyê mezin e, ji bo ti kesekî naguhere.”

Hikûmeta AK Partiyê ya bi serokatiya Erdogan salên dirêj şanazî bi pêngavên derbarê çareserkirina pirsa Kurd de dikir. Lê piştî rawestandina pêvajoya aştiyê Erdogan got: “Li Tirkiyê cihekî bi navê Kurdistan nîne û pirsa Kurd çareser kirine.”

Back to top button