Nivîsar

Makezagona nû, divê makezagona dewleta federal be…

Piştî avakirinê jî bi îdeolojiya fermî ya Kemalîst hat bi nav kirin.  Dewletê ji bona ku neteweya Kurd tune bike stratejiyek eciband û îdeolojiya tunekirina neteweya kurd pejirand.

Îbrahîm GUÇLU

Pirsa neteweya Kurd pirseke navneteweyî û ya herêma Rojhelatê Navîn e.  Di heman dem de pirsa çar dewletên kolonyalîst yên Rojhelatê Navîn e.

Neteweya Kurd ji derveyî beşekî Başûrê Kurdistanê, ji hemû mafên xwe yên neteweyî, îdarî, civakî, desthilatdarî, serwerî bêpar e.

Welatê Neteweya Kurdan Kurdistan, hatiye îşgal û îlxak kirin.

Neteweya Kurd nikariye  Dewleta  xwe ava bike.  Yanî neteweya kurd bê dewlet e. Loma jî Kurd û Kurdistanî di sînor û tixûba çar dewletên kolonyalîst (Dewleta Tirk, Îran, Iraq, Suriye) de ji bona  mafên xwe yên neteweyî qezenç bikin, dewleta xwe ava bikin, azad û serbixwe bibin, mecbûr bûne ku  têkoşîneke jihevcûdas ya  dirêj û dîrokî bidomînin.

Parçebûna Kurdistanê şertên cûda û qonaxên cûda yên têkoşîna neteweyî derxistiye pêş Kurd û Kurdistaniyan.  Ew rastiya ji bona Bakurê Kurdistanê, Kurd û Kurdistaniyên Bakûrê Kurdistan jî rastiyek e. Kurd û Kurdistanî girêdayî stratejiya dewleta ava bikin,  di gelek qonaxan de xwe amade dikin û projeyan pêşkêş dikin.

Li Tirkiyeyê dewlet ne dewleta Kurd û Kurdistaniyan e. Dewlet, bi destê elîta burokratîk ya sivîl û keşkerî ya îtîhat Terakkiyê bi qerektereke kolonyalîst û hişk û faşîst li hemberî Neteweya Kurd û gelên Tirkiyeyê hat ava kirin. Piştî avakirinê jî bi îdeolojiya fermî ya Kemalîst hat bi nav kirin.  Dewletê ji bona ku neteweya Kurd tune bike stratejiyek eciband û îdeolojiya tunekirina neteweya kurd pejirand. Ji bona ev dewletê jî makezagon (Qanûna Esasî) çêbû. Qanûnên din jî gorî Qanûna Esasî naverok qezenç kirin.

Piştî dewleta Tirk ya Kemalîst ava bû jî, di Makezagonê de gelek guhertin çênebûn. Di qonaxên Darbeyên Leşkerî de jî “Makezagonê nû” hatin çêkirin, lê di qerektera dewletê de guhertin çênebû. Makezagonê nû yên hatine çêkirin jî, zêdetir dewlet li hemberî neteweya kurd û gelên Tirkiyeyê xurt kir; kolonyalîzn û faşîzm û nîjadperestî xist laşê hemwelatiyan kir û kir mijareke civakî ya xeter.

Piştî Darbeya Leşkerî ya 12ê îlona 1980yî jî, her dem ji makezagoneke nû û sivîl û demokratîk hat qal kirin. Lê ev makezagona tu wext çê nebû û nûbûna wê çiye diyar nebû. Bes li ser makezagona 12ê îlonê ya elîta bûrakrasiya leşker û sîvîl guhertinê biçûk û rojane û girêdayî hesabên hikûmetên nû çêbûn.

Piştî hilbijartina giştî ya Meclîsa Tirk û Serokkomarî, Serokkomar û partiyên Tîfaqa Cûmhûr û bi taybetî jî Ak Partî û MHPê makezagoneke nû anî rojeva Tirkiyeyê. Di minaqeşeyên li ser Butçeyê de wezîrê Dadê (Edaletê) dîsa li ser makezagoneke nû rawestiya, pêwîstiya makezagoneke nû diyar kir.

Makezagona nû bi taybetî ji bona kurdan gelek girîng e. Loma jî divê kurdpewer, partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê girêdayî xeabatên xwe yên neteweyî yên stratejîk û stratejîk û rojane, divê ji bona xwe bikin mijareke girîng. Di derbarê makezagoneke nû de pêşniyar û projeyên xwe pêşkêşî raya giştî ya Kurdistanê û Tirkieyeyê bikin.

Lewra di vê qonaxê de heger makezagoneke nû gor realîteya Tirkiyeyê ya pluralbûna neteweyî û civakî ya Tirkiyeyê; ji bona guhertina dewleteke nû û ji bona dewlet bibe dewleteke hevbeş ya hemû neteweyan û di ser îdeolojî û neteweyî û olî û mezhebî re çê bibe, di çareserkirina pirsgireke neteweya kurd û mîsogerkirina mafên neteweyî de dibe qonaxekê dê bibe girîng û stratejîk.

Dvê makezagona nû, avakirina dewleteke nû ya federal bîne rojevê. Dewletê ji destê elîtekê û neteweya Tirk derxe, dewletê bike dewleta Neteweya Kurd û Tirk û hemû neteweyên din.

Makezagon, dewletê li ser sîstema otonombûn, ozerkbûn, ne merkezîbûnê ava bike. Dewletê bike dewleta hemû neteweyan ya hevbeş. Ew dewlet jî , dewleta federal e. Ew makezagona federal, desthilatdarî û serwerî di navbetra neteweyan de; Kurd û Tirkan û neteweyên din de parve dike. Her neteweyek li welatê xwe qedera xwe digre destê xwe û xwe birêve dibe.

Makezagoneke bi vê naverokê,  bes dibe makezagoneke nû. Ji derveyî vê makezagon nabe nû, makezagona heyî realîze dike.

Diyarbekîr, 23. 12. 2023  

Back to top button