Nivîsar

Maça Îranwarî bû atoma siyasî

Li Îranê maçeke qaçax derket holê. Lê belê maçvanî ageh jê nebûn ku polîsên xumeynistanê qamera di asansorê de bi cih kirine û ew maç bi hawayê vîndariya hedru aliyan hatiye qeydkirin û ji Medyaya Îranê re eşkere bûye. Lê gava ew maç eşkere bû, herwekî atomeke siyasî biteqe û Îran serobin bû. Li gor Kurdan jî, herwekî hêstir bizê û her kesî behsa wê maçê kir.

Maçvanî siyasetmedarekî xuyanî ye, maçdayî jî xanimeke xuyanî ye. Ev maça wan bi riya qaçaxê dest pê kiriye, lê agehiya wan ji qameraya polîsê emnî nebû, yan jî belkî hîç pixava wan ji qamerayê nedibû.

Hûn dizanin ku hertim Kurd dibêjin: Ya Rebî tu me şaş nekî. Eger te me şaş kir, tu me fahş nekî. Eger te me fahş kir jî, ya Rebî tu me bi erdê re kaş nedî. Çîroka maça Kamran û Azade xanimê jî, bû  kaşûkirina bi erdê re.

Xwediyê maçê Kamran Danişcu wezîrê Xwendina Bala ye. Azade Ardakanî xanima maçdayî jî, midûra Mûzeya Neteweî ye. Kamranê bi rih û Azade xanima bi çarşeb, dema bi hevûdu re ketine asansorê, êdî ne rih û çarşeb, ne dîn û îman, ne jî siyaset û brokrasî di bîra wan de maye û hemaxuşê hev bûne…

Maça herdu brokratan li Îranê bû nûçe û pêşî rojnameya Axronotê, piştre televizyona Sky News Arabiya, piştretir jî malpera Internetê ya hevbeş belav kirine.

Lê hêjaye bê gotin ku Wezîrê Xwendina Bala

Kamran Danişcu, demek berê gelek mercên giran û hişk ji bo keçên ku li Zanîngeha Îranê dixwînin anîbû.

Welê xuya dike ku ev maça qaçax, wê li gor zagona Şerîeta Komara Îslamî, serê Wezîr û yê Azade xanim pir biêşîne.

De em ê jî bişopînin û li encama pêvajorê binerin…

 

A. Behram Badik/Tehran

Back to top button