Lîstîkeke PKK/PYD ê
Lîstîkeke PKK/PYD û enîçêkirina terza Baasî û nexşe siyasî li Rojavayê Kurdistanê…
Demeke di çapemeniya Kurdistanê de te qal kirin ku ENKS û PYD ji bona yekrêzî û yekîtiyê di nav hewildenekê de ne. Di qonaxekê de jî hat gotin ku ENKS û PYD yekrêzî û yekîti ava kiriye. Ew xebata jî bi daxwaza Emerîkayê û Fransayê û beşek dewletên herêmê dimeşe.
Dema ku ew nûçeya belav bû, diyar bû ku wê demê pirsgirêk dê derkevin. Lewra ji bona berjewendiya kurdan ne û ji bona hesab û berjwwendiyên dewletan dê yekîtî ava bibe. Divê em baş bizanin ku tu kes beleş alîkariya tu kesî nake. Dewlet hîç alikariyeke beleş nadin dewlet û neteweyeke din. Ji bona ku berjewendiya wan pêk bê alîkarî didin. Hîç şik tune ye ku dema berjewendiya wan qediya jî ew daxwaz û alîkarî diqede.
Dema ku kurdên parçeyên din ev agahdarî û nûçe wergirtin gelek kêfxweş bûn, gelek şirove erênî hatin kirin. Lê bona ku ez PKK baş nas dikim, loma jî min dizanî ku heta PYD û Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji PKKê neqetin, desthilatdariya PYD nekeve destê Kurdên Rojavayê Kurdistanê, yekîtî û yekrêzî gelek zehmet e. Heta dikarim bibêjim ku mimkûn nîne. Lewra ez û kurd baş dizanin ku PKK ji bona xêr û xeseneta kurdan, ava nebûye. Ji bona ku pêşiya neteweya kurd bigre, kurdan ji hêjayiyên xwe yên milî dûr bixe, armanca serxwebûnê û dewletbûnê ji holê rake, tarî bike ava bûye.
Rastî jî di pêvejoyê me dît ku ew agahdarî û nûçe ne rast in. Lewra Salîh Muslim diyar kir ku bi ENKS re yekrêzî û yekîtiyek çênebûye. Ew rastiya di çapemeniya kurdan de cîh girt.
Wê demê ew kesên nedurbîn dîsa ketin nav bêhêviyekê.
Her kurdek li bendê bû ku ENKS û PYD dê yekrêz bin û yekîtî çê bikin. Lê me dît ku di çapemeniya kurdî de nûçeyeke sosret hat belav kirin ku 25 rêxistinên Rojavayê Kurdistanê yekîtî ava kirine.
Lê me dît ku 25 partiyên ne partî û partiyên di bin kontrola PKK/PYDê de yekîtî ava kirine.
Vê nûçeyê di hemû çapemeniya kurd cîh girt. Ev nûçeya 05. 19. 2020an de hat weşandin. Em li Kurdistan24ê binêrin ku çi hatiye nivîsandin. Ez ji bona ku nexşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ya perîşan ji bona bibe “îbretê elem” bi tevayî nûçeyê pêşkêş dikim.
“Li Rojavayê Kurdistanê ji bo ku Yekitiya Kurd bê avakirin ji aliyê 25 partî û tevger siyasî di bin navê “Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd” seywaneka sîyasî pêkanîn.
Diğer6SMSTelegramViberWhatsAppTwitterFacebooLi Rojavayê Kurdistanê ji bo ku Yekitiya Kurd bê avakirin ji aliyê 25 partî û tevger siyasî di bin navê “Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd” seywaneka sîyasî pêkanîn.Derbarê kar û erkê wê seywanê, wan alîyan daxuyaniyek belavkirin ku têde hatîye, “Dê bi navê “Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd” çalakiyên hevbeş werin lidarxistin da ku pêşketinên heyî yên derbarê yekitiya Kurd bişopîne, desteyek dê nûnerîniya wan çalakiyan bike.”Li Rojavayê Kurdistanê ji bo ku Yekitiya Kurd bê avakirin ji aliyê 25 partî û tevger siyasî di bin navê “Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd” seywaneka sîyasî pêkanîn.Derbarê kar û erkê wê seywanê , wan alîyan daxuyaniyek belavkirin ku têde hatîye, “Dê bi navê “Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd” çalakiyên hevbeş werin lidarxistin da ku pêşketinên heyî yên derbarê yekitiya Kurd bişopîne, desteyek dê nûnerîniya wan çalakiyan bike.”
“Ev jî deqa wê daxuyanîyê:
“Ji ber rewşa hestyar a ku Sûrîya û herêm bi temamî tê re derbas dibe, ji ber giringîya hevdîtinên di navbera partîyên siyasî û hêzên kurdî de û ji bo biserxistina destpêşxerîya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) a der barê yekrêzîya Kurd û yekkirina helwesta siyasî ya kurdî li Rojavayê Kurdistane de, me partîyên siyasî yên Rêveberîya Xweser a Demokratîk û hin partîyên li derveyî Rêveberîyê li 18.05.2020an civînek li Qamişloyê li dar xist û ev biryar hate girtin:
– Li jêr navê “Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd”, em ê xebatên hevbeş bimeşînin û pêşveçûnên heyî yên derbarê yekrêzîya kurdî de bişopînin ku karê şopandinê jî dê bikeve ser milên nûnertîyeke me ya nûavakirî.
– Me logoyek ji bo Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd bijart.
– Wê bi berdewamî civînên nûnerên van partîyan bên lidarxistin da ku nêrînên cuda yên der barê pêşveçûn û bûyerên nû de bên raberkirin û nîqaşkirin.
“Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd: Partîya Aştîya Demoqrat a Kurdistanê, Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD), Kongreya Star, Partîya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S), Partîya Kesk a Kurdistanê, Partîya Çep a Demokrat a Kurd li Sûrîyê, Partîya Çep a Kurd li Sûrîyê, Partîya Lîberal a Kurdistanê, Partîya Biratî ya Kurdistanê (PBK), Partîya Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyê, Partîya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûrîya, Partîya Têkoşîna Demokrat, Partîya Azadî ya Kurdistanî ya Azad, Partîya Yekîtîya Niştimanî ya Azad-Rojava, Partîya Komarî ya Kurdistanî-Sûrîya, Tevgera Çaksazîyê-Sûrîya, Partîya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê, Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê, Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî, Yekîtîya Karkerên Kurdistanê (YKK), Partîya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî, Partîya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûrîyê, Partîya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)”
Dema ku biyaniyek vê nûçeyê bixwîne, dê henekê xwe li me bike, dê bibêje ku hezar mixabin ji bona neteweya kurd ku ewqas di bin lîstîkeke mezin de ye.
Li Rojavayê Kurdistanê pênc kes hatine cem hev partiyêk danîne. Le serê wan jî şivanek heye, ew jî PKK/PYDê ye. Ew şivana. dê wan hemûyan gelek bi hêsanî teslîmî dewletên gur bike.
Gelo neteweya kurd, miletekî arstokrat û bi esalet e. Ev çi rezalete ku bi destên siyasetmedaran li serê neteweya kurd ev yeka çêbûye. Dema siyasetmedar li vê nexşe dinêrîn fedî nakin.
1-Ev nexşa siyasî û rêxistinî rewşa Rojavayê Kurdistanê ya nexweş û beredayî û perîşan diyar dike. Loma jî beriya yekîtî divê ew nexşa siyasî bê şirove kirin û bê çareser kirin.
Rojeva Kurdistanê, beşa biçûktirin ya Kurdistanê ye. Nifusa wan jî piştî Şerê Navxwe yê Sûriyeyê nîvî derket derveyî welêt. Gelek herêm jî di bin dagirkeriya Dewleta Tirk de ne. Herêmên ji derveyî dagirkirî jî dîsa bi awayekî di bin kontrola dewleta Rûsî, Suriyeyê, Tirkiyeyê de ne. Li Rojavayê Kurdistanê siyaseta Baasî ya nîjadperest ya Qemera Ereba nikarî Kurdistanê bike ereb û nûha bûye ereb. Li Kurdistanê û bi taybetî jî li Qamişliyê hejmara ereban zêde bûye.
Di vê rewş û nexşê de 25 partî xwedêgirawî yekîtî ava kirine. Di nav ENKS de jî 10-11 partî hene. Hejmara partiyên Rojavayê Kurdistanê dibe 35-36 partî. Gelo çend kurdên Rojavayê Kurdistanê navê van partiyan dizane? Kurdek wesat ne, kurdekjî siyasetmedar dikare ku navê van partiyan bihêjmire? Ev partiyan kê temsîl dikin? Çend endamên wan hene? Serokên wan kî ne?
Hafizekî bawermend jî nikare navén van partiyên Rojavayê Kurdistanê jêber bike. .
Mirov dikare pirsan hîn zêdetir û rêz bike. Lê ez dizanim ku qiymeta van partiyan tune ye. Hemû jî di bin kontrola PKK/PYDê de ne. Ji wir nan dixwin. Dê çewa serbixwe û azad tevbigerin.
2-Ev nexşa perîşanî û rezaletî û bêşaxsiyetî ya siyasî bi destê Dewleta Sûriyeyê û PKK çê bû. Dewleta Sûriyeyê bi destê PKK sê stratejî meşand. Di van her sê stratejiya xwe de jî serkeftî bû.
Stratejiya yekemîn: Ciwanên Rojavayê Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê û li deverên din bide kûştin û telef bike û qir bike.
Stratejiya duyemîn: Kurdistanê bi destê PKKê bike ereb.
Stratejiya seyemîn: Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê tasfiye bike. Rêxistin û serokatiya rêxistinên Kurdistanê bê rûmet bike. Kurdan parçe parçe bike. Her pênç kes partiyekê ava bikin, xelk jî bi wan bikene.
3-PKK/PYD ji bona demeke din kurdan bixapîne û xwe ji xirabiyan bişo û xirabiyên xwe dom bike; yekîtiya kurdî û rasteqîne beravajî bike; tevgerek û yekîtiyeke derewînû çêkiriye. Mamosteyên wan baasî û kemalîst di van mijaran de gelek zîrek in.
Ev tevgerandina lîstikeke PKK/PYDê ye.
PKK/PYD dixwaze bi vê riyê xwe ji tawanan bişo.
Rastiyan beravajî bike. Dijbûna xwe ya yekîtiya neteweyî beravajî bike.
Pêşiya yekîtiya rasteqîne û kurdî û Kurdistanî bigre.
PKK/PYD dixwaze ku bi vê lîstikê sînora hegemonya ya xwe fireh bike.
Di heman dem de dixwaze ku rewabûna xwe di ser kurdên paqij re çê bike.
Yekîtiya 25 partiyan çîrok e. Di hemande de ji bona ku Hêzên Demokratîk Sûriyeyê (HSD) yanî PKK/PYD xxurt bikin hatiye damezrandin. Ew hemû grub jî ji siyê PKK/PYDê ve tê rêvebirin.
Divê PYD dev ji vê metodê berde..
Kurdên dilsoz jî nebin lîstokên wan.
Divê raste rast Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji PKKê veqetin. Riyeke neteweyî bimeşînin.
Ji curumên PKKê re nebin şerîk.
Wê demê pirsgirêkên me kurdan kêmtir dibin.
Wê demê Kurd û rêxistinên kurd yên rasteqîne li ser bingeha berjewendiya neteweya kurd tên cem hev: Enî, hevkarî, koalîsyona çê dikin.
Wek kurd tevbigerin.
PYD eger bi PKKê re girêdayî be, çi bike nikare xwe ji terorîzmê û xirabiyan û dijminitiya kurdan xelas bibe.
DİYARBEKîR, 22. 05. 2020
Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail)