Lîsteya Malikî: Sefîrê Tirkiyeyê ji Îraqê derxin
Parlamenterên ser bi Lîsteya Qanûnê a Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê serokatiya wê dike, careke din daxwaz ji hikûmeta Îraq kir ku, sefîrê Tirkiyeyê ji Îraqê derxin û tev têkeliyên xwe yên diplomasî digel Enqereyê bibirin.
Di preskonfrensekê de ku, li avahiya parlamentoya Îraqê hat saz kirin, Yasîn Mecîd parlamenterê Îraqê yê ser bi lîsteya serokwezîrê Îraqê ve, di axavtina xwe de got ku, duyemîn kongreya bi navê (serxistina serhildana gelê Îraqê) li Stenbulê dest bi karên xwe kir û di kongreyê de serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Erdogan daxwaza pêkanîna hikûmeteke “hişiyar” li Îraqê kir, gelo çima Erdogan hikûmeteke “hişiyar “ li Tirkiyeyê ava nake.
Mecîd got ku, ew kongreya Stenbûlê destpêka pirojeyê wêrankirina Îraqê ku, Îraqê jî weke Suriyeyê lê bikin.
Wî parlamenterê îraqî got ku, Tirkiye destêwerdanê di karûbarên navxw yên Îraqê dike û weke bersivdanek bo wan karên Tirkiyeyê divê hikûmeta Îraqê sefîrê Tirkiyeyê ji Îraqê derbixe û têkeliyên xwe yên diplomasî bi Tirkiyeyê re qut bike.