CîhanCivak

Lihevhatinên navbera Hewlêr û Enqereyê tên aktîv kirin

Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistan, roja 27.04.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Cewdet Yelmaz wezîrê geşepêdanê yê hikûmeta Tirkiyeyê û şandeya  pê re ku ji balyozê Tirkiyeyê li Bexdayê û konsulê wî welatî li Hewlêrê pêkhatibû kir û di civînekê de behsa têkeliyên navbera Hewlêr û Enqereyê, kirîza êkonomî û şerê dijî terorîstên DAÎŞê kir.Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê daxwaz ji şandeya Tirkiyeyê kir ku, ew lihevhatinên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hene û di sala 2013ê de hatine îmzakirin aktîv bikin û ji bona piştgiriya kompaniyayên Tirkiyeyê ku li herêma Kurdistanê kar dikin û kirîza êkonomî bandor li ser karê wan kompaniyayan kiriye,  mekanîzmek minasib bê dîtin û ew astengiyên dikevin pêşiya têkeliyên bazirganiyên navbera Hewlêr û Enqereyê bên rakirin.Talebanî got ku, tevî dijwariya rewşê, cenga dijî DAÎŞê, hatina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan, nizimbûna buhayê neftê û birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve, hikûmeta herêma Kurdistanê dest bi reforman kiriye û herêma Kurdistanê bi baştir bikaranîna dahatiniyê xwe û berdewamiya çaksaziyan dê ji hemû pirsgirêkan û bi taybetî ji kirîza êkonomî jî derbas bibe.

Cîgirê serokwezîr got ku, di destpêka sala 2016ê jikêmkirina budçceyê 400 milyon dolar bûn, lê piştî avêtina hin pêngavên çaksaziyê, nuha jêkêmkirina budceyê 100 milyon dolar e û nuha jî ji bo hevsengîkirina dahatinitî û xerciyan kar tê kirin.Wezîrê geşepêdanê yê hikûmeta Tirkiyeyê Cewdet Yelmaz daxwaz kir ku hevahengiyeke baştir di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hebe daku mifay ji tecrûbeya Tirkiyeyê werbigire bi tyabetî ku hikûmeta Enqereyê sala 2001ê rastî kirîzeke êkonomî ya metirsîdar hat lê hikûmeta Tirkiyeyê bi encamdana çaksaziyan karî bi serketî ji wê kirîzê derbas bibe û rewşa êkonomî gelek baştir bike.Yelmaz  behsa rewşa Tirkiyeyê kir û got ku nifosa Tirkiyeyê 79 milyon kes e, lê bi tenê 3 milyon kes ji hikûmetê miaş digirin û 23 milyon kes li sektora taybet kar dikin û miaş ji wir digirin û got giringe herêma Kurdistanê sektora taybet aktîvtir bike da di ware damezrandin û miaşgiran d alîakriya hikûmetê bike. 

Balkêş e ?
Close
Back to top button