CîhanCivak

Serokwezîr Barzani:Hikûmet piraniya xizmetkariyên giştî dide sektota taybet

Roja Pêncşem 28-4-2016 bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokwezîr û hijmarek wezîr û parlemênter û berpirsên îdarî û siyasî û rêxistinên navxweyî û navdewletî, rê û resma îmza kirina girêbestekê navbera damzrawa finansa navdewletî – IFC tevî Kompaniya Mas Global ji bo pirojeya berfireh kirina wêstgeha elektrîka Silêmaniyê rêveçû.Nêçîrvan Barzanî di peyvekê de kêfxweşiya xwe ji bo girêbesta navbera IFC û Mas Global nîşanda û xuyakir IFC 375 milyon dolaran ji bo pirojeya berfireh kirina westgeha elektrîka Silêmaniyê terxan dike ku karîna vê wêstgehê 500 mêgawat zêdetir dibe û  ku şiyana berhem anîna 1500 Mêgawat elektrîk heye.Ev yeke jî got ku hinek pere bi deyin bi Mas global dihê dan û ewa din jî wek hewbeşiya IFC ye ku dibe hevbeşê vê pirojeyê û Banka Ode jî  bi dabîn kirina hinek pere hevbeşiya vî pirojeyê dike. Her wiha got dana deyin bi kompaniyayeka sektorê taybeta navxweyî ji aliyê damezraweka giringê navdewletî wek IFC di demê niha ya Herêma Kurdistanê de, ji bilî handan û vegeryana mitmane ji bo weber anînê, piştîvaniyeka mezinê siyasî û manewî ye. 

 Serokwezîr, kiryara IFC ji bo îro û paşeroja Herêma Kurdistanê bi watayeka giring û bi nîşaneya mitmane kirina damezrawên navdewletî bi Hikûmeta Herêma Kirdistanê daye zanîn, ku cihê kêfxweşiya gel û Hikûmeta Herêmê û nîşaneya vê rastiyê ye ku siyseta piştîvanî kirin û hêsankariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kertê taybeta navxweyî û biyanî ji bo weber anînê li Kurdistanê, têgihiştineka jîrane û dîtingeha stratijî û siyaseteka giring û serketiya bi berhem bûye.Derbarê pirsgirêka elekterîkê, serokwezîr xuyakir bo demekî dirêj e dest bi çareser kirina vê pirsê kirine, lê ji ber zêdebûna daxwaz li ser elekterîkê, hêj pirsa kêmbûna elekterîkê heye, ku zêdebarê hebûna bandor li ser jiyana welatiyan, bûye sedema kêmbûna berhem û bandorak nerênî bo ser aborî û kar heye. Ev girêbeste ji aliyekê berhema elekterîkê zêde dike û ji aliyê din hinek pere ji bo Herêma Kurdistanê dabîn dike.Derbarê siyaseta hiûmetê ji bo çareser kirina kmasiyên elekterîkê jî xuyakir bo vê pirsê bi awayekê pitir pişt bi sektora taybet qahîm dikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenî li sektora elektrîkê, belkû dixwaze li hemû sekterên xizmetkariyên giştî, sektora taybet pêş bixe, bo vê yekê wek welatên pêşketî, sektora taybet bikare dabînkirina gelek xizmetkariyan bigre stûyê xwe û siyaseta geşe kirinê pêş bixe. 

 Serokwezîr her wiha got Hikûmeta Herêma Kirdistanê li çarçoveya reformê nêzîkê 30 biryar daye, ku yek ji wan biryara hijmar 69 ya taybet bi pêşkêşkirina xizmetkariyên giştî ye ku ji sektora giştî bi sektora taybetî dihên veguhastin.Derbarê asankariyên hikûmetê bo sektora taybet, serokwezîr xuyakir her ji kabîneya pêncem derî bi ser kertê taybet hatiye vekirin û derfetên mezin jê re hatiye afirandin, bo vê yekî bikare rolê jêhatê xwe ji bo avedankirin û geş kirina Kurdistanê bilîze. Ji ber piştîvanî û hêsankariyên hikûmetê, sektora taybet bûye dînamîkeka mezin ji bo avedankirin û geşekirina Kurdistanê, ku bi sedan hezar derfetên karkirinê li hemû waran afirandî ye.Li dawiya axaftina xwe, Nêçîrvan Barzanî spasiya Birêz Mueyed Mexlof berpirsê Saziya  Navdewletiya Finans IFC li rojholata navîn û bakûrê Efrîka kir ku xema vê girêbestê xwar û hêvî xwest ev girêbeste bibe destpêka hin girêbest û weber anînên din wek IFC li Kurdistanê. Her wiha spasiya Wezareta Pilandananê kir ji bo bi hêz kirina têkiliyên hikûmetê tevî Girûpa Banka Cîhanî li hemû waran. Her wiha spasiya Wezareta Elekterîkê kir ku hêsankarî ji bo serxistina vê girêbestê kiriye. Spasiya Birêz Ehmed Îsmaîl xudanê Kompaniya Mas global kir ku gelek pirojeyên mezin bi cih aniye û rolekê berçav li pêşxistina kertê taybet li Herêma Kurdistanê hebûye. Her wiha spasiya Banka Odeya Lubnanê kir ji bo beşdaîkirin di vê pirojeyê de. 

Back to top button