Cîhan
Li Xezzeyê hejmara miriyan bû 29 hezar û 195
Hejmara Filistîniyên ku li ser Şerîda Xezzeyê bi êrîşên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan derket 29 hezar û 195an. Di 24 katên dawî de 103 mirî zêde bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristî ya Filistînê de, di derbarê êrîşên ku Îsraîl 137 roj in didomîne agahî hatin dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê di 24 katên dawîn de li Şerîda Xezzeyê 103 Filistîniyên din kujtine û hejmara kesên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan derket 29 hezar û 195an.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên Îsraîlî di êrîşên dawî de 142 Filistînîyên din jî birîndar kirine û hejmara birîndarên li Şerîda xezzeyê gihişt 69 hezar û 170î.