Cîhan

Li Washingtonê Husên û McGurk civîyan

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Kordînatorê Koşka Spî bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGough li Washingtonê civiyan û derbarê encamên şerê Gaza û şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Brett McGough li ofîsa xwe ya li Washingtonê pêşwazî li Fuad Husên kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê û rola giring a Iraqê li navçeyê hat gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de peywendiyên dualî yên di navbera Iraq û Amerîkayê û pêşhatên dawî yên rewşa navçeyê û bandora wê li ser Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de behsa encamên şerê Gazzeyê û şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê jî hat kirin.

Ofîsa ragihandinê ya serokwezîr di Mijdarê de ragihand, serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa dê meha bê li ser vexwandina serokê Amerîka Joe Biden serdana Amerîka bike.

Back to top button