Kultur

Li Vîyana pêşbirka stranên Kurdî

Li Vîyana, bajarê Awusturyayê pêşbirka stranên Kurdî wê bê lidarxistin. Serîlêdanên pêşbirkê pêr (25.10.2012) bi dawî bûn. Serîlêdan bi hemû zaravayên Kurdî hatin qebûl krin. Li bajarên cuda gellek kesên xwestin xwe di pêşbirkê de biceribînin, serîlêdan kirin. Pêşbirka stranên Kurdî, wê 1ê Berfenbara îsal, li 21.Sienmensstrasse a Vîyanayê were destpêkirin. 

Pêşbirk, ji aliyê LLi gorî daxuyaniyê TEV-ÇANDê (Tevgera Çandê a Demokratîk a Mezopotamya) ve tê organîzekirin. TEv-ÇAND bi vê gavê diyar kiriye ku, armanca wan ew e ku muzîka Kurdî bidin naskirin û bi jenerasyona nû bidin hezkirin e. 

Di juriya pêşbirkê de Hozan Comerd, Alî Guler, Bawercan û Şengul wê cîh bigrin. 

Xelatên pêşbirkê, wê di Newroza sala 2013 an de, di pîrozbahiyên newroz yên Vîyanayê de pêşkêşî serkeftîyan bikin. 

Back to top button