Cîhan
Li Tirkrîtê êrîşa DAÎŞê
Li Iraqê bajarê Tikrîtê tomobilek bombekirî taqiya û di encamê teqînê de 5 kesî jiyana xwe ji dest da û 16 jî birîndar bûn. Sala borî meha 12ê berpirsên Iraqî ragihandibûn ku DAÎŞ bi temamî ji holê rabûye. Lê hêja car bi car DAÎŞ li hinek deverên Iraqê êrîşa dike.
Ev êrîşa li Tikrîtê jî ji aliyê DAÎŞê ve hatiye kirin.Piraniyên êrîşên DAÎŞê li derdora Musil. Enbar, Selahadîn û Kerkûkê têne kirin.
Hêja li van deveran endamên rêxistina DAÎŞ hene.
Di rastiya xwe de li Iraqê piraniya çekdarên DAÎŞ yên mayin ji xelkê deverêne û erebên Sune ne.Ji bo vê yekê jî şerê hêzên Iraqê li dijê DAÎŞê ne gelek bi encam e. Hatiye eşkerekirin ku li hinek deveran DAÎŞ û Heşda Şeibî li dijê kurda hevkariyê jî dikin.