
Tirkiye xatirê xwe ji salek tibabek şer û alozî dixwaze. Li Tirkiyeyê di sala 2019an de wekî salên berê gelek bûyerên germ û girîng hebûn.
12.01.2019
HEVDÎTINA OCALANÎ DIGEL MALBATA XWE
Di destpêka salê de Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan careke din di rojeva Tirkiyeyê de cihê xwe girtibû. Ji bo rakirina tecrîda li ser wî di pêşengtiya Parlementera HDPyê Leyla Gûvenê de girevên birçîbûnê dihate kirin û tam di wê demê de hikûmeta Tirkiyeyê piştî 2 salan rê da hevdîtina Ocalan û malbata wî.
14.02.2019
LÛTKEYA SÊQOLÎ YA TIRKIYE-RUSYA-ÎRANÊ
Pirsa Suriyeyê jî di vê salê de nehatibû çareserkirin û Tirkiye, Rusya û Îran li Soçiyê çareseriyek bi dilê xwe digeriyan. Lê encam hê wekî xwe ye.
31.03.2019
HILBIJARTINA ŞAREDARIYAN
Di dawiya meha Adarê de Tirkiye hilbijartineke din pişt xwe hişt. AK-Partî gelek bajarên girîng ên wekî Stenbol û Enqereyê ji dest dan. HDPyê jî 37 şaredarî kêm kirin. Serketiyê hilbijartinê tenê CHP bû.
06.05.2019
HEVDÎTINA OCALANÎ DIGEL PARÊZERÊN XWE
Bi berfirehbûna girevên birçîbûnê hikûmeta Tirkiyeyê neçar ma gavek biavêje û piştî 8 salan rê li ber hevdîtina Ocalan û parêzerên wî vekir. Ocalan ji rêveberiya xweser a rojavayê Kurdistanê dixwest ko hestyariyên Tirkiyeyê paşgûh neyên xistin.
26.05.2019
BANGA OCALANÎ
Ocalanî di hevdîtina xwe ya duyemîn de jî diyar dikir ko çalakiyên greva birçîbûnê gihiştine armanca xwe û xwest grev dawî werin. Hezaran kes guh dan Ocalanî û dest ji çalakiyên xwe berdan. Lê hikûmeta Tirkiyeyê dê piştî 7ê Tebaxê dîsa hevdîtinên Ocalanî asteng bikira.
28.05.2019
OPERASYONA XAKÛRKÊ
Di sala 2019an de şerê dijî PKKyê jî bi dijwarî berdewam dikir û Arteşa Tirkiyeyê li Xakûrkê dest bi operasyoneke berfireh kir. Operasyon heta niha jî berdewam e.
20.06.2019
NAMEYA OCALANÎ
Di dema ko 3 roj ji hilbijartina dubare ya Stenbolê re mabûn, Rêberê PKKyê ji nişkave banga bêalîbûnê li HDPyê kir. Lê HDPyê guh neda Ocalanî.
23.06.2019
HILBIJARTINA STENBOLÊ
Bi vê helwesta HDPyê AK-Partî li Stenbolê careke din şikestin xwar û piştî 25 salan şaredariya Stenbolê ket destê CHPyê.
08.07.2019
ALÎ BABACAN DEST JI AK-PARTIYÊ BERDA
Di vê salê de gelek tişt ne bi dilê AK-Partiyê bûn. Lewra gelek pêşengên AK-Partiyê yên wekî Cigîrê Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Alî Babacanî, di vê sale de dest ji partiya xwe berdan.
12.07.2019
WERGIRTINA S 400
Hikûmeta Tirkiyeyê îsal jî li ser pirsa S400an ji gotina xwe nehat xwar û digel hemû gefên Amerîkayê mûşekan wergirt. Amerîka niha xwe amade dike ko cezayên tûnd bi ser Tirkiyeyê bisepîne.
19.08.2019
JIKARDÛRXISTINA ŞAREDARÊN HDP
Zextên dijî HDPyê jî mijara herî germ a salê bû. Hikûmeta Tirkiyeyê di 19ê Tebaxê de dest danî ser şaredariyên Diyarbekirê, Mêrdîn û Wanê û ji wê rojê heta niha 32 şaredariyên HDPyê ji aliyê qeyyûman ve tê bi rê ve birin.
03.09.2019
ÇALAKIYA DAYIKÊN BER DERIYÊ HDP
Di 3ê Îlonê de hejmarek dayikên ko zarokên wan beşdarê PKKyê bûne an jî di destê PKKyê de dîl in, li ber deriyê HDPyê ya şaxa Diyarbekirê rûniştin û daxwaza zarokên xwe kirin.
13.09.2019
DAVUTOGLU DEST JI AK-PARTIYÊ BERDA
Dema dibû payîz pelên dara AK-Partiyê jî diweşiyan. Serokê berê ya wê partiyê û Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu dest ji partiya xwe berda û amajeya bizaveke nû ya siyasî kir.
09.10.2019
OPERASYONA DIJÎ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Di nehê çiriya pêşînê de Enqere careke din şer li dijî rojavayê Kurdistanê ragihand û Serêkanî û Girê Spiyê bombebaran kirin. Tirkiye bi zanatî rojek wisa hilbijartibû. Lewra 21 sal berê di rojek wisa de Ocalan ji Suriyeyê derketibû.
17.10.2019
SERDANA MIKE PENCE BO TIRKIYEYÊ
Operasyona Tirkiyeyê di raya giştî ya cîhanê de bû sedema nerazîbûneke berfireh û Cigîrê Serokê Amerîkayê Mike Pence neçar ma serdana Enqere bike. Bi vê serdanê operasyon jî rawestiya lê Serêkanî û Girê Spî hate dagirkirin.
27.11.2019
RÊKEFTINA TIRKIYE-LÎBYAYÊ
Tirkiye piştî Suriyeyê berê xwe da Lîbyayê û bi wî welatî re rêkeftina hevkariya leşkerî îmze kir. Niha jî xwe amade dike leşkeran bişîne Lîbyayê.
13.12.2019
DAVUTOGLU PARTIYA XWE AVA KIR
Di dawiya salê de partiyeke nû li siyaseta Tirkiyeyê zêde bû û Ahmet Davutoglu partiya xwe ya bi nave Gelecek ango Paşaroj ragihand.
2019 li Tirkiyeyê bi vî awayî germûgur derbas bû û ji van bûyer û pêşhatan pêşbinî tê kirin ko sala bê dê aloztir be.