
Li gor zanyariyên ji hinek amarên tirkiyê derdixin ku hejmara wan serbazên li artêşa tirkiyê de ku xwedikujin, zêdetirê wan serbazane ku li şer da têne kuştin.
Li gor raporekî malperekî fermî ya tirkiye ku amarekî de hejmara xwekuştina serbazên artêşa tirkiye û hejmara kuştiyên li şer da belavkiriye. Li wê raporê de eşkere dibe ku hejmara wan serbazên ku xwe kuştine zêdetirê wê hejmarêye ku ew serbazên ku ku qada li şer da hatine kuştin.
Her li gor van amaran li van çend salên derbasbûyî de hejmara wan serbazên li tirkiye xwe kuştine digihe 934 kesan ku li qadên şer de jî 818 serbaz hatine kûştin.
Wekî ku tê zanîn, ji bilî xwekujiyê gelek ciwanên Kurdên niştimanperwer û hinek xort û lawên dinên ku li beranber zulm û zordestiya li leşkeriyê de têne kirin, nikarin bêdeng bimînin, ew jî têne kûştin, lê bi awayeke wisa didin xûyakirin ku qaşo ewan xortan xwe kûştiye.