Cklara yek ji keçeka serkeftiya Kurde li Amerîka

Cklara Moradian jineka Kurd ya xelkê Rojhilatê Kurdistane û pizîşkeka derûniyê ye û li nexweşxaneya zarokan ya li Los Angeles a Amerika kar dike ku yek ji nexweşxaneyên pêşketiyên zarokane li ser asta Wîlayeta California û tevahiya Amerîka.

Li gor raporeka US News nexweşxane li ser asta Rojavayê Amerîka li pileya yekem û li ser asta tevahiya welat li pileya pêncem da tê.

Cklara Moradian karmendeka pizîşka civakî ye û li warên perwerde û rahênanê de kar dike. Her wiha li sala 2019 da programa perwerdeya serkirdayetîkirina berev pêşvebirina tendirustiyê qedandiye ku ji xuleke rahênana hemû aliyan ya li derbarê tendirustiyê pêkhatiye.

Ew jina Kurd endame li navenda çareserkirina lawaziya geşbûna zarokan û tendirustiya çîna gencan ya li zanîngeha Başûrê California.

Cklara dixwaze li xizmetkirina xelkên kêmderamet de û ewên ku dengên wan hatine birîn de berdewam bê, hêviya wê jî eweye hevkariya wan kesan bike ku berê tûşî zext û guvaşên derûniyê bûne, eve jî vedigerê ser wê yekê ku ew jî di demekê de penabereke Rojhilatê Kurdistanê bû.

Her wiha Cklara şaîr û çalakvane û beşdarî li çendîn kongreyên mafên mirovan yên li ser asta neteweyî û navdewletî kiriye. Wekî kongreya salaneya rêxistina lêborîna navdewletî, kongreyên jinên ser bi Neteweyên Yekgirtî, çalakiyên zanîngehan wekî zanîngeha bajarên ser bi Wîlayetên California. Her wiha beşdarî li çendîn civîn û çalakiyên siyasî yên neteweyî û navdewletî da kiriye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: