Cîhan

Li Tirkiye karesata madenê: Gelek qurbanî hene

Li Tirkiye navçeya Amasra ya Bartînê di madenê de teqînek pêk hat. AFAD, îtfaiye û gelek ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Wezîrê Tenduristiyê Koca piştî teqînê daxuyaniyek da û diyar kir ku 28 kesan jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî birîndar bûne.

Li navçeya Amasra ya Bartînê duh di derdora seat 18.15’an de li Karsaziya Amasra ya Saziya Komir a Tirk di binê erdê de teqînek pêk hat. Hejmara karkerên piştî teqînê jiyana xwe ji dest dan gihat 28 kesî.

Piştî teqînê Parêzgera Bartînê hêjmara qurbaniya eşkere kir û got:”36 karkerên me yên madenê ji cihê qezayê hatin derxistin. 25 karkerên me jiyana xwe ji dest dan û 6 karkerên me jî ji bo dermankirinê şandin Stenbolê.”

Back to top button