Civak

Kurdên Bakur ji sedî 67,4 xwedî li nasnameya Kurdî derdikevin

Li gor rapora nû ya Navenda Lêkolînên Kurdî ya bi navê “Pirsa Kurd û Têgihîştina Kurd”, nîvê Kurdan di astek bilind de xwe “Kurd” dibînin. Dîsa ji sê paran duyê Kurdan (%67,4) bi xurtî xwedî li nasnameya Kurdî derdikevin.

Navenda Lêkolînên Kurdî bi sernavê “Pirsa Kurd û Têgihîştina Kurdî” raporek taybet amade kir. Rapor bi tevkariya Enstîtuya Lêkolînê ya CORE, Rawest Research, The European Endowment for Democracy û Weqfa Heinrich Böll hatiye amadekirin. 

Rapora ku ji çar lêkolînên cuda hatine berhevkirin, li ser Nasname, Kiryar û Hestên Cudakariyê, Zimanê Dayikê, Pirs û Daxwazên Kurdî, Pirsa Kurd û 100 Salên Komarê, Nirxên Rêbertî, Kurd û Çanda Gel, Têgihîştina Kurd rawestiyaye.  

Nasname 

Di beşa lêkolînê ya bi sernavê “Nasname” de tê gotin ku “Kurd xwe wek misilmanên dîndar û azadîxwaz pênase dikin. Hat gotin ku “Nasnameya Kurd a bi ol û azadîxwaziyê re aştiyane derdikeve pêş”.

 Nasnameya Kurd êdî li Tirkiyê nasnameyek e ku bi dengekî bilind û zelal tê îfadekirin û hilgirtin. Zêdetirî nîvê Kurdan, ji sedî 53, xwe di asta ”Kurdên bilind” de dihesibînin. Lê nifûsa Kurd di navbera ji sedî 15 û 20 de jî di vî warî de li paş maye. Ji sedî 14 xwe wek Kurdekî kêm dibînin û ji sedî 13 jî bi gotina “bi Kurdbûna xwe serbilind in” napejirînin. 

 Li gor pîvana xwedîtiya nasnameya Kurdî, ku bi guherbarên wek serbilindiya bi Kurdayetiyê, asta Kurdbûna xwe û helwestên li hember perwerdeya bi zimanê zikmakî pêk tê.

Du ji sê parên Kurdan, ango ji sedî 67,4 bi xurtî xwedî li nasnameya Kurdî derdikevin.

Back to top button