Vîdeo

Li Tirkiye çepên netewî pişgirya rejima Suriye dikin (Vîdeo)

 

 

Li Tirkiye bajarê Hatayê(Antakya) xepêşandanek ji bo pişgiriya rejima Suriye û serokê vê rejimê Bişar Esad  hate darxisntin. Nêzikî 2 hezar kes li nawenda bajêr kom bûn û şîarên ku pişgiriya rejima Bişar Esad bikin avêtin. Xwepêşandanan dan diyarkirin ku, ev bûyerên li Suriye çêdibin leyiztikek ya Emperyalîstên Amerîkaniyaye û divê Tirkiye di nav vê leyiztikê de cih negirê.

Xwepêşandan di bin navê “ Bila hêdî midexeleya emperyalistan li Rojhilata navîn û li Sûriye dawî bê “ de hate darxistin. Kesên di vê xwepêşandanê de cîh girtîn gelekî balkêşe. Rêxistin û dezgehên ku xwe çep dibînin  wek; Egitim-Sen,SES, KESK,DISK,IHD(Komala mafê mirovan), BDP û halkevlerî  di vê xwepêşandanê de hebûn.Herweha di xwepêşandanê de dijê Amerîka, Israil û Ak – Partiyê şîar hebûn.

Piraniay xelkê bajarê Hatay(Antakya) erebin û alevînin. Ev yek jî wek sedemek ya pişgiriya rejima Suriye tê nirxandin.

Rojevakurd

 

 

Back to top button