CîhanCivak

Li Swêdê şahîyek ji bo piştgirî û yeksalîya PAKê

Şeva 31-10-2015ê Rêxistina PAK-Swêdê ji bo piştgirîya PAKê, bi heval, dost û dilxwazên xwe re şevek li dar xist. Di destpêkê de deqeyek ji bo hemû şehîdên Kurdistanê û serokê HAK-PARê Fehmî Demir rawestîyan.Şev gelek bi coş di atmosfereke germ de derbas bû. Hemû beşdarên şevê bi germî yek salîya PAKê pîroz kir. Di şevê de gelek ronakbîr, nivîskarên û sîyasetmedarên kurd hebûn.Di şevê de muzîsyen Serbest û Şervan û Dr.Serdar  Budak bi stranên xwe beşdar bûn. Şev ji alîyê jin û ciwanên PAK-Swêdê hatibû organîze kirin. Di şevê de bi sînevîzyonê kar û xebatên PAKê hat nîşandan. Yek ji dilxwaz û dostê PAKê, Harûn Coşar surprîzek kir û bi sê pasteyên bi rengên kurdistanî û bi amblema PAKê ku ji bo yeksalîya PAKê hazir kiribû beşdarî şevê bû. Serokê PAK-Swêdê Nîhat Akar pasta yeksalîya PAKê jêkir û bi axaftinekê xêr hatinî li mêvanan kir. Em li jêr axaftina serokê PAK-Swêdê belav dikin.*********Axaftina Nîhat Akar; serokê PAK-SwêdêHevalên hêja, xwişk û birayên delal , hûn hemû bi xêr hatine!Hevalên hêja em îro, her çiqas ji bo minasebeta, piştgirîya, PAKê li vir civîyane jî, di eynî wextê da, ev heyv meha salvegera damezrandina, yeksalîya PAKê ye. Hatina we, ji bo me cihê şanazî û serbilindîyê ye ku rojek weha de, we em bi tenê nehiştine û we piştgirîya xwe bi partîya me re nîşan daye.Ji damezrandina PAKê vir de, salek derbas bû, di nav vê salê de, PAK li bakurê Kurdistanê, bû parçeyeke sîyaseta Kurdistanî. Li hember bûyer û rûdanên li Kurdistanê li gor hêza xwe helwest danî û di demek herî pêwist de nirxên neteweyî parast û ala rengîn li meydan û kolanan bilind kir.Di sîyaseta Kurdistanî de, rûpela kultureke nuh, exlaqeke teze vekir. Me ji roja ewil da got; em berdewamîya tekoşîna doza azadîyê ya dused salî ne. Em berdewamîya hemû partî, rêxistin, grûb û şexsîyetan in, ku bi ked û xebata xwe di rêya azadîyê de meşîyane. Em xwedî li xwîna pêşmerge, gerîlla û hemû tekoşerên doza azadîyê derdikevin.PAKê li hember teng-grubî û berjewendîya şexsî, ala tolerans, biratî, û dostanîyê bilind kir. Serkeftina hemû grûb û rêxistinên Kurdistanîyan wek qezenca miletê kurd hesiband. Xurtbûna wan rêxistinên heyî wek xurtbûna xwe dît. Li hember tu kesî, dijminatî nekir û hertim li rêya dîyalogê gerîya.PAK di vê sala bihuri de îspat kir ku, di meşandina sîyeseteke serbixwe de bi israr e. Neket bin bandora tu kesî û tenê bû dengê îradeya xwe. Di bin sîya tu alîyan de nemeşîya. Ji bo çareserîyê, xwe wek terefek dît.PAK hem berî damezrandinê û hem jî di vê sala dawî de, xebateke bê westan kir ku kesayet û rêxistnên Kurdistanî bighîne hev. Îro li bakurê Kurdistanê potansîyeleke mezin berê xwe daye ber bi Tirkîyeyîbûyînê. Muxalefeteke xurt ku bikaribe li hember vê raweste nîne. Qezencên bidestxistî di rêya entagresyonê de dihele, şerekî dijwar dest pê kirîye û vî şerî Kurdistan wêran kirîye. Em hemû kes û rêxistinên Kurdistanî ji vê rewşê nerehet in. Hêzên Kurdistanê, di nav alozîyeke xerab de ne. Hê jî gelek rêxistinên me bi bilîbûna pirsgirêkên xwe yên hundirîn wextê nabînin serê xwe bilind bikin û rola xwe ya esasî bilîzin. Ji ber vê yekê, PAK dibêje; Qet nebe, îro yên nêzî hev in bila werin ba hev û yekîtîya xwe ya rêxistinî ava bikin. Yên nikarin yekîtîyê çêkin, bila hevkarîyê bikin. Yên ku nikarin hevkarîyê bikin, bila dîyalogeke wan hebe, yên nikarin di nav dîyalogekê de bin, bila dijminatîya hev nekin, şerê hev nekin.Lê dîsa jî, em ne bê hêvî ne. PAK bi biryar e, ji bo rêxistin û kadirên wek hev difikirin, di bin yek banê de bicivîne. Ev yek wê her tim di rojeva me de be! Berîya damezirandina partîyê, me ev kar kir û îro jî, di arîfeya kongreya me ya yekem de li kêleka xebatên rojane, em xebata yekîtîya rêxistinî ya partî, grûb û kadroya nêzî hev dikin.PAKê bernemayeke giran daye pêşîya xwe. Em baş dizanin ku berpirsîyarîya çareserkirina pirsa Kurdistanê ne tenê li ser milê PAKê ye. Berpirsîyarî ya me hemû Kurdistanîyan e. Divê herkes vatinîyên xwe bizanibe û destê xwe bike binê kevir. Pêwistîya me bi herkesî heye. Bi taybetî bi hezaran kadirên serbixwe hene ku ew dikarin xwedî li keda xwe ya bi dehan salan derkevin û xwe bidin ber kar û xebatên doza Kurdistanê ya bi rêxistînî. Em ancax bi hev re dikarin têkoşîna rizgarîya miletê xwe geş bikin. Dest bidin hev û alternatifeke xurt a Kurdistanî ava bikin.Em tu car ji bîr nekin, miletek bi rêxistin têk naçe, zû an dereng wê bi serkeve. Dînamoya vê yekê rêxistinên sîyasî yên bi hêz in.Werin em di rêya xurtkirina partîyeke demokratîk, pir reng, pir deng, modern, girse û têkoşer de dest bidin hev. Em ji bo Kurdistaneke azad PAKê bikin navnîşana têkoşîna bi rêxistinî!Bijî Kurdistan!Bijî yekîtîya gelê Kurdistanê!Bijî Partîya Azadîya Kurdistanê!

Back to top button