Cîhan

Li Swêdê hilbijartin çêbûn

Li Swed hilbijartinên giştî doh çêbûn. Di hilbijartinên parlementoyê de partiya Moderat(muhafazakar) di diroka xwe de serkevtina herî mezin dest êxist. Herweha partiya sosyal demokrat jî di dîroka xwe de paşketina herî mezin dît. Li Swed partiyên siyasî wek du eniyan(blok) ketin hilbijartinan. Partiya sosyal demokrat, partiya çep û partiya keskan wek blokek bûn(Sor,kesk). partiya Moderat,partiya gel. Partiya nawend(center) û partiya demokrat a kristiyan jî wek blokekî (Allians) amade bûn.

Herweha ev cara yekem e li Swed partiyek ku dijê xerîb û partiyel li ser himên nijadperestiyê hatiye avakirin û siyasetê dike, 5,7 deng ji % girtin û 20 parlementeran ketin parlementoyê de. Eniya sorkesk 43,7 ji % deng girtin. Bloka Allians 49,7 ji % deng anîn. 

Niha kesek nikare bi serê xwe hukumetê pêkbîne. Ji bo bloka Alians 3 parlementer divê ku bikaribe hukumetek nû ava bike. Li gora daxuyaniyel serokê partiyan dayî kesek naxwaze partiya Demokratên Swed re bi tu awayî têkiliyekî deyne.

Back to top button