Kultur

Li Stockholkmê semînera Ziya Avci

Di 18yê îlona 2010an de, bi amadekariya  Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, nivîskar û lêkolîner  Ziya Avci li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê semînerek li ser jiyana Mele Mahmûdê Bazîdî, Alexandere Jaba û xebat û berhemên wan da.  Gelek nivîskar, rewşenbîr, dildarên edebiyat û zimanê kurdî  û nûçegihanên Kurdîstan TV beşdarî semînerê bûn.

Nivîskar Ziya Avcî di beşê pêşî yê semînerê de, bi kurtayî li ser rewşa Kurdistanê ya sedsala 18an,  pêwendiyên dewleta Osmanî û Rûsyayê bi Kurdistanê re, lêkolînên rojhilatnas û konsolosê Rusyayê yê Erziromê Alexandere Jaba yên li ser ziman, edebiyat, folklor û civaka kurdan, pêwendiyên wî bi hinek mela û zaneyên kurdan re û bi taybetî têkilî û xebatên wî yên bi Mele Mahmûdê Bazîdî, jiyana Mele Mahmûd, xebat û berhemên wî rawestiya û gelek agahdariyên baş û hêja da. Di beşê dudan yê semînerê de beşdaran jî nerîn û pirsên xwe pêşkêş kirin û bi vî awayî semîner dewlemendtir kirin.
Nivîskar û wergêr Ziya Avci di demek nêzîk de wê naveroka vê semînerê bi nivîskî jî amade bike û wê di malpera Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê de bê weşandin.

Semîner bi spasiya serokê  Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, Zinar Soran ji nivîskar Ziya Avci, beşdarên civinê û mazûbaniya Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê dawî bû.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

Back to top button