Kultur

Hejmara nû ya Le Monde Diplomatique Kurdî derket

Hejmara nû ya Le Monde Diplomatique Kurdî, ku li seranserî ewrûpayê li firoşgehan dikare bê peydakirin, derket. Hejmara nû ya Le Monde Diplomatique Kurdî, piştî betlaneya havînê wek hejmara hevpar ya mehên tîrmeh û tebaxê derket pêş xwendevanan. Di vê hejmara nû de gotar û nivîsên Prof. Mithat Sincar, Sharo Îbrahîm Garîp, Serge Halimi, Alain Audi, Hêlêne Anger, Alan Gresh, Jacques Lêvesque, Serge Govaert, Jean Michel Djian, Julien Brygo, Jean-Arnault-Laurent Geslin, David Camroux-Philip Golub û Hicham Ben Abdallah El Alaou cîh digrin.

Rûpelên vê hejmara Le Monde diplomatique kurdî herweha bi wêneyên ressamên wek Serhad Bapîr, Rebwar Saeed, Rıza Topal, Antonio Saura,Yahya Silo, İsmet Polatlı û Sean Groundwater ve hatine xemilandin.

Le Monde diplomatique Kurdî, ji aliyê Kurdish İndependent Media Group (IKMG) ê ve bi zaravayê Kurmancî tê derxistin û par dawiya salê dest bi weşana xwe kiribû. Rojname, herweha li Başûrê Kurdistanê jî ji aliyê ‘Rudaw Media Company’ ve bi zaravayê Soranî tê weşandin. Xwendevan dikarin rojnamê li firoşgehên navnetewî yên çapemeniyê bi dest bixin. Ji bilî abonetiya normal ji ya dijîtal jî dikare bê îstifadekirin.    

Ji Edîtoryala Le Monde Diplomatique Kurdî

Xwendevanên hêja,

Piştî du mehên bêdengiyê, Le Monde Diplomatique Kurdî bi organîzasyoneke nû û gellek nûbûnên di naverok û şiklê xwe de ji nû ve derdikeve. Van guherînên pêwîst em mecbûrî navbirekê kiribûn. Nûbûna yekem ku dê her bi vê hejmarê bala we bikişîne, çapa rojnameyê ye. Herweha, bi armanca ku em weşaneke têrtije û xurt pêşniyarî we bikin, me di hilbijartin û bicihkirina nivîsan de jî hin guherîn pêk anîne. Ji bo ku em bikarin naveroka rojnameyê jî xurttir bikin û asta weşana wê bilindtir bikin, me ekîba xwe ya rojnameyê jî xurttir kir. Di nava nivîskarên me de, di nava lijneya me ya weşanê de û herweha di nava wergerên me de, hûn ê ji hejmara bê û bi şûn ve gellek nûbûnan bibînin.

Rojnameya me dê di warê zimanî de çavê kul derman bike. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku Le Monde Diplomatique Kurdî, ji ber dîroka zimanê xwe yê ku tê de bi kar tîne û pê diweşe, xwedan mîsyoneke girantir e û divê li gora vê berpirsiyariyê tev bigerre. Zimanê ku di hemû wersiyonên Le Monde Diplomatique’ê yên din de tê bikaranîn, zimanekî bilind e, û bi zimanên din jî xwendevanên wê bêtir kesên xwende an jî rewşenbîr û siyasetmedar in. Ji ber wê, xema wersiyonên din û ya wersiyona kurdî bivê nevê ji hev cuda dibe. Hejmara xwendevanên me yên ku bi zimanê xwe perwerde bûne pirr kêm e, lê îroj em dibînin ku nifşekî din radibe û kurdiyê di hemû qadên hunerî, rewşenbîrî, siyasî û civakî de bi kar tîne û li astengan nasekine, digel ku hin daxwazên wî jî hene. Ji ber wê, em di wê baweriyê de ne ku weşanên mîna Le Monde Diplomatique Kurdî, dê di warê avakirina hişmendiyeke nû û zimanekî bilind de xizmeteke mezin bikin û bersiva daxwazên dema me yên zimanî û rewşenbîrî bidin.

Hewla me ya bilindkirin û paqijkirina asta zimanî dê her dewam bike. Armanca me ji vê hewlê ew e ku em, bi alîkarî û piştgiriya pisporên zimanî ve, vê kurmanciya ku bi awayekî civakî û çandî ji eslê xwe hatiye bidûrxistin, hatiye kêmkirin, qelskirin û bişaftin, bi weşana vê rojnameyê û nivîsên nava wê ve bigihînin asta ku heq dike û xebatên me yên di vî warî de hê jî didomin. Ji ber wê, weke IKMG, em hewl didin ku lijneyeke pisporên zimanî ava bikin û ne bi tenê di Le Monde Diplomatique Kurdî de, lê herweha di hemû bernameyên xwe yên weşanî yên din de, di bin çavdêrî û alîkariya vê lijneyê de bixebitin û li gora pêşniyarên wê weşanên xwe bikin yek ji bingehên kurmanciyê ku siberojê jî bikare bi kêrî zimanê me were. Me bi vê mebestê hin hevalên xwe yên nû tev li rojnameyê kirine ku hûn ê xebatên wan di vê rojnameyê de bibînin.

Ji hejmara îlonê û bi şûn de, em ê rûpeleke vegerra nava dîrokê jî pêşniyarî xwendevanên xwe bikin û bi navê « Ji arşîva Le Monde Diplomatique’ê » hin nivîsên ku ji salên 1960’î û vir ve li ser Kurdan û Kurdistanê û mijarên bi wan ve têkildar hatine weşandin di nava rojnameya xwe de bi cih bikin, da ku em bibînin ka gelo di salên 60’î, 70’î, 80’î û 90’î de, dem bi dem niherîna li Kurdan û welatê wan çawa û li gora çi guheriye. Bi vî awayî, em dixwazin xizmeta arşîva Kurdan jî bikin.

Rojnameya me dê herweha hewl bide ku alîkariya xwendina kurdî jî bike û ji ber wê, ew ê cih bide weşanên nû û pirtûk û kovarên ku bi kurdî hatine çapkirin û wan bide nasandin.
Ji bilî van nûbûnan, beşekî me yê din jî dê hebe ku tê de em ê cih bidin daxwaz û rexneyên xwendevanan. Hûn jî dikarin fikr û ramanên xwe rave bikin û bi nivîsên ku di rojnameyê de hatine çapkirin re nîqaşê bikin an jî fikrên xwe li ser wan û li ser rojnameyê bibêjin. Pîvana me ast e û ziman e. Rûpelên Le Monde Diplomatique’ê ji herkesî re vekirî ne…
 

Mirov dikare ji navnîşana jêrîn xwe bigihîne malpera înternetî ya rojnameyê. 
www.lemonde-kurdi.com

Ji bo têkilî û abonetiyê:
[email protected]

Lijneya IKMG’ê ya weşanê

Back to top button