Iraq û Tirkiye rê li gaz a Kurdistanê digirin
Li gora nûçeya Ak newsê, Rawêjkarê Wezareta Samanên Siruştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Elî Hisên Belo duhî ragihand ku her rêkeftineke Wezîrê Nefta Iraqê Hisên Şehristanî îmze bike ne destûrî ye û mafê wî tune rê li rêkirina gaza herêma Kurdistanê ji bo welatên Ewropa bi rêya Xeta Nabucco bigire.
Di vê derbarê de Dr. Belo got: “Îmzekirina her rêkeftinekê li gel welatên din yên dunyayê ne ji desthilata wezîr e, ew tenê ji desthilata Parlamentoya Iraqê ye ji ber wê Şehristanî zêdeyî desthilata xwe çûye.”
Duh Wezîrê Nefta Iraqê Hisên Şehristanî di gel Wezîrê Wize û Samanên Siruştî yê Tirkiyeyê Taner Yeliz rêkeftinek îmze kir û li gor wê rêkeftinê nabe lîtrek gaza Herêma Kurdistanê bi rêya Xeta Nabucco bigihije Ewropayê.
Ji aliyekî dî ve, Wezîrê Wize û Samanên Siruştî yê Tirkiyeyê Taner Yeliz ragihand ku Hikûmeta Iraqê berpirs e li ser henardina gazê bi rêya Xeta Nabucco.
Endamê Parlamentoya Iraqê Mehme Xelîl di vê derbarê de, ji AKnewsê re agot: “Divê rêkeftinên bi vî rengî ji parlamentoyê re bihêne şandin, lewma ev rêkeftin bi dawî nehatiye û kengê parlamento kom bibe ev rêkeftina navbera Wezareta Nefta Iraqê û Wezareta Wize û Samanên Siruştî ya Tirkiyeyê hilweşîne.”
Xelîl derbarê karê Şehristanî de got, “Ta niha yasaya neft û gazê ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve nehatiye pesendkirin, û Şehristanî li pey yasayên sîstema navendî kar dike û ew sîstem jî li gorî yasayên rejîma Sedam Hisên hatiye avakirin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistan di tebaxa borî de girêbestek li gel fîrmaya RWI ya almanî îmze kir ji bo henardina gaza Herêma Kurdistanê bo Ewropa bi rêya Xeta Nabucco ya navdewletî di nava axa Tirkiyeyê re.
Xeta Nabucco, xeteke navdewletî ye û biryar e di sala 2014ê de têkeve kar û 8 milyar euro li vê projeyê hatiye xerckirin.