Cîhan

Li Swêd malbateke kurd behsa li xwedî derketina kurditîya xwe dike

Mustafa, bi kurên xwe Mesûd û Idrîs, neviyê xwe Mesrûr re li Gotland in

Kurdên li derve bi awayên cuda girêdana xwe ya bi welat, çand, hizb û serokên xwe re nîşan didin. Malbateke Qamişloyî ku ev nêzîkî 30 salin li Swêdê ye behs dikin bê ew hezkirina xwe bi çi rengî didine der.

Em li girava Gotlandê li bajarê Visby ne.
Roja berê Mesûd ez vexwendime mal, tarîf kiriye ez ê çawa biçim û bi dîtina cihê wan re ez qet zehmetiyê nabînim ji ber ku hêj ji dûr ve alayeke mezin a Kurdistanê ez bi balkonekê, şaneşînekê ve dibînim û fêm dikim ku ez rast hatime.

Li beramberî şaneşîna bi alaya Kurdistanê li ber kiyoskê wan civata xwe danîne. Vê berêvara xweş a havîna Swêdê çend zarokên biçûk jî li dora maseya me mîna beytikan diçin û tên. Xalê Mustafa, ku li vir ê temenê wî mezin ew e kur û neviyê xwe dide nasandin.

Navê nevî û zaroyan ji berê de her Mesûd, Idrîs û Mesrûr e, lê xalê Mustafa eşkere dike ku wî bi xwe piştre navê Mustafa li xwe kiriye.

Herçend bi barkirina ji welêt mirov weke fizîkî ji ciyê xwe dûr dikeve jî piraniya caran ev nayê wê wateyê ku girêdana mirov a bi çand, ziman, ol, tor û adetên mirov re qut bibe. Di nav diyaspora kurd a li Swêdê de em dibînin ku ev girêdan bi awayên cuda bi dehsalan bi xurtî dom dikin. Û ev malbata li girava Gotlandê mînekek wiha ye.

Berya nêzîkê 30 salî ew ji Qamişlo derketine. Li vir xwedîkar û emel in, mirov dikare behsa entegrebûneke baş bike, bûne beşek ji civaka Swêdê. Di heman demê de bi awayên cuda girêdan û hezkirina xwe ya bi kurdîtiyê re diparêzin, nîşan didin.

Idrîs û Mesûd derdorê 30 salî ne, yanî li vir ji dayik nebûbin jî hêj pir biçûk hatine. Li ser milê Idrîs ”Pêşmerge” bi nivîs û wêne hatiye kolandin, û li ser milê Mesûd, bajarê ew jê, ”Qamişlo” bi alayeke Kurdistanê ve bi deqan kolandiye, ango tatu kiriye.

Xalê Mustafa dibêje di nav kurdan de ji berê de adeteke wilo heye ku mirov navê kesên ji wan hez dike li zarokên xwe dike, bi vî awayî hem hezkirin hem jî girêdana xwe nîşan dide. Û sebeba navê zarokên wî jî nîşana vê rêzgirtinê ye.

Idrîs û Mesûd dibêjin ew ji navên xwe razî û serbilind in. Mesûd ê bavê Mesrûr herwiha diyar dike ku eger kurek wî din çêbibe ew ê navê Mensûr jî rake.

Têbînî: Nêrînên siyasî yên di raporê de Radyoya Swêdê girê nadin.


Besir Kavak
[email protected]

(JI radyoya Swêdî ji beşê Kurdî)

 

Back to top button