CîhanRojev

Li Suriye muxalefeta rejimê Tirkiye protesto dike!

Muxalefeta Suriye ya ku ji aliyê Tirkiye ve tê kontrol kirin, piştî serdana serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan ya Rusya û daxûyaniyên ku ji bo destpêkirina pêwendiyên Tirkiye û rejima Suriye têne dayîn, dest hinek çalakiyan li dijê vê helwesta Tirkiye kir.

Taybetî li parêzgeha Idlibê dest xwepêşandanan kirin û li dijê helwesta Tirkiye derketin. Eve demeke pêwendiya Tirkiye  li gel rejimê di rojevê de ye,taybetî pîştî daxûyaniya wezîrê derve yê Tirkiye metirsiyek di nava muxalefeta Suri de peyda bû. Ew jî bû sedem ku dest xwepêşandana kirin. Li hinek deveran xwepêşanderan Ala Tirkiye şewitandin û li dijê Tirkiye daxûyanî dan.

Ev yek di nava siyaseta Tirkiye de bû sedemê gotubêjan. Hukumet li gel muxalefeta Suriye civiya û li gora medya Tirkiye ve civîn erênî derbas bûne. Lê bivê nevê baweriya navbera herdu aliyan de şikestinek xwar û girêdana wan zeyîf bû.

Herî dawî li Idlibê hinek ji xwepêşendaran berê xwe dan  bingeheke Tirkiyê û nerazîbûna xwe li hemberî wê hewla Tirkiyê dan xûyakirin. Xwenpêşanderan gotin ku “axaftina Wezîrê Derve yê Tirkiyê eşkere dike ku Tirkiyê dagirker e û ne dewleteke garantor e.”  Herwiha gotin ku ew ti carî lihevhatinekê bi hikûmeta Sûriyê re qebûl nakin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dabû xûyakirin ku,divê muxalefeta Sûriyê bi hikûmetê re rûne.

Ev yek  li seranserî herêmên Idlib, Efrîn, Ezaz, Cerablus, Bab û Serêkaniyê bûye sedema xwepêşandanan.

Back to top button