FlaşPolîtîk

Li Şirnex heremeka qedexe hate ragihandin..!

Li parêzgeha Şirnex navçeya Beytüşşebabê ji bo 9 rojan wekî “herêmên ewlehiya taybet ên demkî” hate ragihandin.

Di daxuyaniya Parêzgariyê de hat gotin ku ji bo pêkanîna ewlehiya neteweyî, aramiya giştî û ewlehî di nav sînorên parêzgeha Şirnexê de tedbîr hatine girtin. Daxûyaniyê de dibêje ku, hinek deverên navçeya Beytüşşebabê di navbera 27ê Hezîran û 5ê Tîrmeha 2025an de wekî ‘Herêmên taybet ên demkî’ hatine ragihandin.”

Ji raya giştî re hat ragihandin ku welatî dikarin di navbera van tarîxan de bi wergirtina destûr ji rayedarên deverê bikevin nav deverên îlankirî, wekî din dê cezayê wan were birîn.

Back to top button