Polîtîk

Li Şingalê hêzên YBŞ a girêdayî PKKê tevlî Hêzên Iraqê dibin

500 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) xistine ser hikûmeta Iraqê û hewldan hene 2 hezar şervanên din jî bixin ser Wezareta Berevanî û Wezareta Navxwe ya Iraqê.Berpirsê Asayîşa Êzidxanê Heval Xebat ji Rûdawê re ragihand ku ji bo hêzên wan bixin ser Wezareta Berevanî ya Iraqê wan çend caran daxwazên xwe bi awayeke fermî pêşkeşî hikûmeta Bexdayê kirine.Beriya niha jî hikûmeta Iraqê mûçe dida hezar şervanên YBŞê. Lê ev saleke meaşên wan hatibû birîn.Heval Xebat got, ku hewl didin li gel wan hezar şervanan hezar şervanên din jî bixin ser Wezareta Berevaniya Iraqê.Li gorî zanyariyên Rûdawê nêzîkî 500 şervanên ser bi PKKê yên Encûmena Avakirina Şingalê bi fermî xistine ser wî wezaretê û ji bo parlamentoya Iraqê jî 2 namzedên wan hene.Sekreterê Giştî yê Encûmena Wezîrên Iraqê Mehdî Alaq di Cejna Çarşema Sor de serdana Şingalê kiribû û gotibû ku Heyder Ebadî razî bûye grûbên çekdar ên êzidiyên Şingalê tevlî hêzên Heşda Şeibî bibin.Di meha Adarê de PKKê biryar da gerîlayên xwe yên li Şingalê vekişe bi wê mercê ku hêzên wê herêmê tevlî Wezareta Berevaniya Iraqê bibin.Dixweyê biryara ku PKK xweji Şingalêvekişîne bi vî awayîhetiye çareserkirin. Ji xwe her demî PKK bi wek hêzek girêdayî hukumeta Iraqê li deverê cih bûye û maye.
Back to top button