Divê pirsa kurd bi adilane çareser bibe
Serokê Partiya Doza Azad HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji bo çareseriya pirsa kurd û di vê derbarê de nexşerêya partiya xwe di konferansek a çapemeniyê de eşkere kir. Yapicioglu da xûyakirin ku divê pirsa kurd bi awayek adilane bête çareserkirin.Serokê Partiya Doza Azad di axvtina xwe de got:“Kurda li gel birayên xwe Tirkên misilman dîrok guhertine. Sala 1071ê li gel şerê Malazgirtê bi hevre deriyê fetih kirina Anaduluyê vekirin. Sala 1514ê bi hevre rêya yekitiya aliyên din yên Îslamê vekirin. Sala 1915’ê cardin bi hevre deriyê Çanakale û Stanbulê li emperyalistan girtin.Kurd li vî welatî ne penaberin. Ew xwediyê vî welatine. Kurd unsirên bingehin yê damezirandina vê dewletêne. Kurd li gel qewmên misilman bi biratî dijîn. Lê dema ramana dewleta netewî berfireh bû, wek pirsgirêkekî hatine dîtin û heyîna wan hatiye inkar kirin.Dema heyina kurda hatî qebûl kirin û hewldanên ji bo çareseriyê hatîn kirin negihatiye encamekî. ji bo ku pirsgirêk bi rastî nehatiye navkirin nekarine rêya çareseriyê pêyda bikin. Ji bo çareseriyê hewldanên rast nehatine kirin vê yekê jî pirsa heyî kûrtir kiriye. Ev pirs bûye pirsgirêkek navdewletî. Vê sedemê jî çareserî zehmet kiriye.Hewldanên ne serkeftî çêbûne, lê dewsa ku desthilat vê serast bike hewldanên rast bike, pirsa kurd ji nû ve hatiye inkar kirin. Hatiye îdia kirin ku ji bo çareseriyê her tişta pêwist hatiye kirin û pirsgirêk nemaye. Lê pirsa kurd nehatiye çareserkirin.Berdewame. Pirsa kurd pirsa me hemûyane û divê bête çareserkirin.Serokê HUDA PARê dibêje: Eger ev pirsgirêk çareser nebe, dê bi tevahî, bandoreke ne erênî li ser erdnîgariya Îslamê û umeta Îslamê bike. Eger em naxwazin hêzên dagirker werin vanwelatan, divê pirsa Kurdî çareser bibe. Eger em naxwazin aboriya van welatan xerabtir bibe û hizûr û biratî cardin were vî welatî divê ev pirs çareser bibe.