
Gotubêjên di nava YNKê de berdewamin û aliyên nav YNKê de hevûdin tawanbar dikin. Ji van yek jî Ala Talabaniye ku di rêveberiya YNKê de cih digre. Niha endametiya Talabani hatiye sekinadin lê hêja di nava YNKê de ye ji ber ku nehatiye avêtin.Ala Talabani îdia dike ku, ew ne kurdin eslê binemala Talabanî ji eşîerek erebên Şîe hatiye. Talabanî li gora vê yekê jî tevdigere. Ala xwe wek kurdekî nabîne. Her dem nêzikî hukumeta Iraqê bû. Talabani dagirkirina Kerkûkê de eşkere li tenişta hukumeta Iraqê û Heşda şeibî sekinî û ketina Kerkûkê de rolek mezin leyizt. Ji ber ku Ala Talabani serokê fraksiyona YNKê di parlementoya Iraqê de bû.Niha jî Ala Talabani di listeyek partiyek Şîe de kandidatê parlementoya Iraqê ye. Ji berî niha di nava Ala Talabanî û sekreterê mekteba siyasîya ya YNKê Mele Bextiyar de minaqeşeyek destpê kirîbû. Niha jî berdevkê YNKê Sedî Pîre û Ala minaqeşeyek din dikin.Sedî Pîre di derbarê kandîdatbûna Ala Talabanî di partiyek erebê Şîe de gotibû: “Eger ew kesê ku xwe di lîsteyeke din de nîşan dayî di rêveberiya partiyê de be endamtiya wê li gor wê biryarê tê sekinandin. Eger endamê pollîtbûroyê be endamtiya wê/î tê bi dawî kirin.Niha jî Ala Talabani bersiva Pîre dide û dibêje: Her çi tişt min gotibe hemû bi vîdeoyan hatiye tomarkirin. Ezê van pêşkêşî komîteya navendî bikim. Hûn jî kerem bikin tiştên hûn dibêjin bi belgeyan îspat bikin. Bi gotinên hin kesên din nêzikî min nebin.Ala Talabani kesayeteke ku bi xiyaneta xwe şanaziyê dike.