CivakRojev

Li Şingalê çekdarên PKKê xwe radestî hêza Pêşmerge dikin

Zêdetirî 900 çekdarên PKKê tevlî Pêşmerge bûne 

Fermandarê Hêza Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ragihand, zêdetirî 900 çekdarên PKKê dev ji wan berdane û tevlî Hêzên Pêşmerge bûne û eger em rê bidin wan dê zêdetir bên û tevlî Pêşmerge bibin ji ber ku bi temamî ji PKK bêhêvî bûne.

Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina çekdarên PKKê bo nava Hêzên Pêşmerge pir zêde bûye. Yên ku tên em navê wan dinivisînin û wan dişînin Herêma Kurdistanê, ku heya niha zêdetirî 900 kesî ji wan hatine û me navê hemûyan nivisandiye.”

Şeşo wiha got: “Me ji aliyê xwe ve wergirtina wan rawestandiye. Bi qeflan dixwazin tevlî Hêzên Pêşmerge bikin, ku ew yek jî ji ber çend fakteran e.”

Qasim Şeşo wiha domand: “PKK niha alîkariya madî nade çekdarên xwe û teidayê li wan dike. PKK bi zorê wan dibe Sûriyê û şer bi wan dike û wan bikuştin dide. Berdewam metirsî li ser çekdarên PKKê heye ku balafir li wan bidin. Lewma naxwazin jiyana xwe bixin ber metirsiyê û dizanin ku çarenivîsa wan ligel PKK nediyar e û bêhêvî bûne. Lewma tên û dibin Pêşmerge.”

Back to top button