Li Şêxanê heyeta PAKê Seredana PDKê Kir
Li Şêxanê heyeta PAKê Seredana Elî Ewnî Kir
Heyeteke PAKê ku ji endamên Komîteya Birêveberîya Navendî ya PAKê; Evdirrehman Gundikî, Orhan Kaya û endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê Evdê Işik pêk hatibû, îro( 07.05.2015) li Başûrê Kurdistanê, li Şêxan seredana Partîya Demokrat a Kurdistan-Iraqê (PDK) kir.
Mesûlê Liqa 20ê ya PDKê rêzdar Elî Ewnî û rêzdaran Dr. Suphî Ubeyd Roshavayî û Zêrewan Nêrweyî pêşewaziya heyeta PAKê kirin.
Di hevdudîtinê de herdu aliyan behsa rewşa Kurdistanê, Iraqê û Tirkiyê kirin. Herweha di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê de jî, nêrînên xwe anîn zimanî. Heyeta PAKê û ya PDKê girÎngîya geş kirina têkiliyên herdu aliyan bilêv kirin.
Hevdû dîtina heyeta PAKê û Mesûlê PDKê rêzdar Elî Ewnî bi awayekî dostane, germ û welatperwerane bi dawî hat. 07.05.2015
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)