Civak

Li Serêkaniyê du leşkerên Tirk hatin kuştin

Li devera Serêkaniyê li ser Tixûb di navbera leşkerên Tirk û hinek grubên çekdar de şer derket. Di encama şer de du leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Şevîdin demjimêr 21.30 grubek çekdar hewldan ji aliyê Kurdistana Rojava derbasî Bakur bibin. Dema leşkeran xwest rê li wan bigrin di nav wan çekdar û leşkeran de şerderket. Du lêşkeran jiyana xwe ji dest dan û leşkerek jî birîndar bû.

Heta niha nizanin ew gruba çekdar kîne. Ihtimala ku kesên kaçaxiyê dikin heye. Lê di vê derbarê de lêkolin tê kirin.

Di vê derbarê de waliyê Rihayê da xuyakirin ku ew hêja nizanin gruba çekdar bi çi armancê dixwestin derbas bibin. Lê ji wan gelek kuştî û birîndar hene.

Back to top button