Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekî de li gel ajansa Reuters de ragehandiye ku baştir ewe ku welatên Rojawayê boku neçar nebin li berdem malên xwe de şerê teror û terorîstan bikin lazime hevkariya me bikin di warê şerê dijî teror û terorîstan de.
Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê herwiha behsa artêşa Îraqê jî kiriye û gotiye: “Artêşa Îraqê bi helwesta xwe ya niha nikare terorîstan ji Îraqê der bixe lewre pêdiviya Îraqê bi hevkariya welatên din heye û heta niha jî welatên din ti helwesteke cidî di warê hevkarî kirina Îraqê de bo şerê dijî terorê raber nekirine.”
Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku “bêhelwestiya welatên Rojavayî wisa dike ku welatên Rojavayê bo xwe li hember encamên terorê berpirsiyar bin.
Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Du rê li berdem welatên Rojavayê de hene, ya yekem ew welatên han dikarin werin li Îraqê de bihevre şer terorê bikin û rêya dudiyan jî ewe vegerên malên xwe û li benda vê yekê bin ku li berdem malên xwe de şerê terorê bikin.”
Derbarê karînên leşkerî yên DAIŞ ê de jî Mesrûr Barzanî got: “Niha DAIŞ xwedan alaw û amrazên pêşkeftî yên leşkeriye û bo ku hêzên pêşmerge yên Kurdistanê jî bikaribin şerê wan terorîstan bikin lazime çek û alawên pêşkeftî yên leşkerî di destê wan debin jiber vê çendê dibe Amerîka û welatên din yên Rojavayê hest bi berpirsiyartiya xwe bikin.”
Derbarê daxwaza hevkariyên leşkerî de jî Mesrûr Barzanî anî ziman ku “heta niha me daxwaza hevkariyê ji Amerîka û hijmareke din welatên Rojavayî kiriye lêbelê heta niha ti bersifek nedane.”
Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê hijmara terorîstên DAIŞê de jî anî ziman ku “hijmara terorîstên DAIŞ ê di dema kontrolkirina Mûsilê de nêzî 2000 hezar terorîst bû lê jiber hatina terorîstên nû niha hijmara wan digehêje nêzî 12 hezar terorîstan.”