Civak

Li seranserê Tirkiyê 129 kes hatin girtin

Di operasyona ku ji teref ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgeha Diyarbekirê ve li seranserê Tirkiyê hat lidarxistin, 189 kesên ku ji ber sûcên hiqûqî firar bûn hatin binçavkirin.

Ji 189 gumanbaran 129 kes hatin girtin, 60 kes jî serbest hatin berdan. Ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hûrguliyên operasyonê hatin eşkerekirin.  

Di daxuyaniya Walîtiyê de wiha hat gotin: “Di Operasyona Cendirmeyên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Amedê de, di navbera 13-17ê Kanûna 2023an, li seranserê Tirkiyê operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de kesên ku ji ber kujtina qestî, dizî, tiryak, îstîsmara zayendî firarî bûn hatin girtin.Di encama xebatên ku hatin kirin de 189 hatin binçavkirin û ji wan 129 kes ji aliyê meqamên dadê ve hatin girtin”.

Back to top button