Cîhan

Ebdulfetah es Sîsî cara sêyemîn hat hilbijartin

Li gor encamên fermî yên hilbijartinên Misrê, Ebdulfetah Sîsî cara sêyemîn bû serokkomar. Li gor daxuyaniyê, Sîsî ji sedî 89,6 ê dengan wergirtiye.

Li Misir a ku krîza aborî lê kûr bûye, Abdulfettah Sîsî yê ku bi 3 namzetên nenas ket hilbijartinên Serokkomariyê, dîsa hat hilbijartin.

Lijneya Hilbijartina Netewî ya Misrê ragihand ku Sîsî ji sedî 89.6ê dengan bi dest xistiye û Sîsî cara sêyemîn bû serokkomar. Sîsî wê şeş ​​salên din jî serokatiyê bike. 

Lijneyê destnîşan kir ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinên 10-12ê Kanûnê ji sedî 66,8 e û ji 67 milyon hilbijêrên li welêt û derveyî welêt 44,7 milyonî deng dane. 

Back to top button