Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di sala 2022an de li seranserê cîhanê 292 milyon kes tiryak bi kar aniye û di 10 salên dawî de bikaranîna tiryakê ji sedî 20 zêde bûye. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji her 18 kesên di navbera 15 û 64 salî de yek maddeyên hişbir bi kar tîne.
“Rapora Hişbirê ya 2024an” ya ku ji aliyê Buroya Sûc û Hişbira Navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî (UNODC) ve hat amadekirin, bi raya giştî re hat parvekirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di sala 2022an de li seranserê cîhanê 292 milyon kes tiryak bi kar aniye û di 10 salên dawî de bikaranîna tiryakê ji sedî 20 zêde bûye. Di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2022an de li cîhanê ji her 18 kesên di navbera 15-64 salî de yek û li cîhanê jî 292 mîlyon mirovan tiryak bikar aniye. Hat gotin ku madeya herî zêde tê bikaranîn esrar e û 228 milyon kes vê madeyê bikar tînin. Hat diyarkirin ku nêzî 60 milyon kes tiryakên sentetîk ên bi navê “opyoîd”, 30 milyon kes maddeyên amfetamîn, 23,5 milyon kes kokaîn û 20 milyon kes jî ekstasy bikar tînin.
64 MILYON MIROV JI BER TIRYAKÊ PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ HENE
Di raporê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku hejmara kesên tûşî nexweşiyên madeyên hişber bûne û li benda xizmetên dermankirinê ne zêde bûye û diyar kir ku di sala 2022an de 64 milyon kes wê bi pirsgirêkên cûrbicûr ên tenduristiyê re têkildar bin. Hat ragihandin ku ji 11 kesên bi nexweşiya tiryakê ketine 1 kes dikare dermankirinê bibîne, ev rêje ji bo nexweşên jin daketiye 1 ji 18an. Di raporê de bal hat kişandin ku gihandina xizmetên tenduristiyê ji erdnîgariyê heta erdnîgariyê diguhere.
TRAFÎKA TIRYAKÊ
Di raporê de tê gotin ku li cîhanê di warê dabînkirin û daxwaza kokaînê de zêdebûnek berbiçav heye. Di raporê de hat destnîşankirin ku dara koka ya ku jê kokaîn tê bidestxistin li qadek 354 hezar û 900 hektarî hatiye çandin û hilberîna kokaînê di asta rekorê de ye. Di sala 2022an de 2 hezar û 757 ton hat çêkkirin û li gor sala borî ji sedî 20 zêde bûye. Hat diyarkirin ku piyaseya kokaînê ya gerdûnî li Ewropaya Rojava û Navîn û herweha li Amerîkayê dewam dike, lê li welatên pêşkeftî yên Afrîka, Asya û Başûrê Rojhilatê Ewropayê jî bi lez belav dibe.
LI AFGANISTANÊ DI SALEKÊ DE ji % 95 KÊM BÛYE
Di raporê de hat ragihandin ku li Afganîstanê di sala 2023an de li gor sala 2022an, ku hilberîna neqanûnî ya afyonê li cîhanê herî zêde tê bikaranîn, kêmbûnek berbiçav heye û li Myanmar a ku welatekî din ê hilberîna vê madeyê ye ji sedî 36 zêde bûye. Hat ragihandin ku kêmbûna cidî ya li Afganîstanê di piyaseya cîhanî de jî bi awayekî berbiçav xuya bûye û li seranserê cîhanê di sala 2023an de li gor sala 2022an hilberîn ji sedî 74 kêm bûye. Li gor vê yekê, di sala 2022an de li cîhanê 7 hezar û 800 ton afyon hatiye hilberandin. Hat destnîşankirin ku ev kêmbûna tund bi biryara qedexeyê ya ku di sala 2022an de ji teref rêveberiya Talîbanê ve hatibû dayîn rasterast têkildar e û piştî biryara qedexeyê cotkarên li welêt li şûna afyonê berê xwe dane çandina genim.
2 HEZAR 27 TON HEŞÎŞ HATIYE DESTESERKIRIN
Her weha hejmara madeyên hişbir ên ku ji aliyê hêzên înfazê ve hatine desteserkirin jî li vê raporê hatiye zêdekirin. Li gor vê yekê di sala 2022an de 2 hezar û 27 ton kokaîn, 1194 ton resinê esrar û 6 hezar û 168 ton tovên esrarê hatiye girtin. Her wiha 572 ton afyon, 165 ton afyonên derman, 76 ton eroîn, 22 ton morfîn û 536 ton madeyên hişbirê yên sentetîk hatine bidestxistin.
Li seranserê cîhanê, di sala 2022 de, nêzîkî 7 mîlyon kes ji ber sûcên narkotîkê ji hêla polîsan ve hatine girtin, li 2,7 mîlyon kes jî doz hatine vekirin û li 1,6 mîlyon kes jî cezayê girtîgehê hatiye birîn.