Cîhan

Li ser sînorê Lubnanê pevçûna HTŞ û Hîzbullahê dewam dike

Şerê di navbera Fermandariya Operasyonên Leşkerî ya girêdayî HTŞ’ê û hêzên Hizbullahê yên li ser sînorê Lubnanê li Sûriyê berdewam dikin.

Hat ragihandin ku, şerê di navbera leşkerên Fermandariya Operasyonên Leşkerî yên girêdayî hikûmeta HTŞ’ê û leşkerên rejima Esed a hilweşiyayî û Hîzbullahê de berdewam dikin.

Ajansa Nûçeyan a Sûriyê (SANA) ragihand, “Di navbera hêzên ewlekariya sînor û hin kesên ku dihatin xwestin de şer û pevçûn derketin. “Du cerdevanên ewlehiyê hatin revandin,”. Li gorî nûçeya SANAyê, HTŞ’ê li herêmên Hawîq, Belûza, Akum û heta sînorê Lubnanê operasyoneke berfireh da destpêkirin. Hat ragihandin ku di pevçûnan de bomberdûmana moşekan hatiye bikaranîn û top li xaka Lubnanê ketine.

Ajansa Neteweyî ya Nûçeyan a Lubnanê ragihand ku pevçûn bi taybetî li bajarokê Hewîqê dijwar bûne. Roketek li bajarê El Qesrê yê Lubnanê ket û bû sedema metirsiyê. Her ku pevçûn dijwar dibin, Fermandariya Operasyonên Leşkerî ya HTŞ’ê hêzên zêde şandin herêmê.

Li gorî nûçeya rojnameya Şerqul Avsat, HTŞ’ê 2 kesên nêzî Hîzbullahê girtin. Li ser vê yekê eşîran wêneyên du girtiyên HTŞ’ê li ser medyaya civakî parve kirin û dest danîn ser wesayîteke leşkerî ya rêxistinê. Eşîrên Hermel bang li dewleta Libnanê kirin ku destwerdanê bike û artêşa Lubnanê jî vexwend ku bajarên sînorî biparêze. Tê diyarkirin ku li herêmê rageşî zêde dibe û dibe ku pevçûnên nû derkevin.

Back to top button